VADAY-DER bidarvekirinên rejîma Îranê şermezar kirin

VADAY-DER bidarvekirinên rejîma Îranê şermezar kirin

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Aliman a Wanê (VADAY-DER), rejîma Îranê ji ber bidarvekirina siyasetmedarên kurd şermezar kir û wiha hat got, "Dewleta Îranê bi tiştên bi navê Mislimantiyê ku dike bê çi qasî dewleteke sextekar e bi zilma dike nîşan dide."

Bidarvekirina siyasetmedarên kurd bi destê rejîma Îranê, ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Aliman a Wanê (VADAY-DER), ve bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê hat şermezarkirin. Mele Abdullah Uca yê di civînê de axivî diyar kir ku însan wek qewim û nîjadên cuda pêk hatine, ol û zimanê wan çi dibe bila bibe ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin. Uca got ku kurd jî yek ji wan qewman e û zexta li dijî gelê kurd ê ji bo azadiya xwe têdikoşe şermezar dikin. Uca wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Kurd weke gelê li ser rûyê cîhanê xwedî maf e ku bi ziman, ol û çanda xwe bijî. Ya Îran dike ji bilî zilm û înkarê ne tiştekî din e. Dewleta Îranê bi tiştên bi navê Mislimantiyê ku dike bê çi qasî dewleteke sextekar e bi zilma dike nîşan dide."
Uca anî ziman ku divê gelê kurd li hember bidarvekirinên li Îranê bêdeng nemîne.
Piştî daxuyaniyê ji bo siyasetmedarên kurd ên hatine bidarvekirin dua hatin xwendin.