Ustun: Yên Rojavayî divê şewata li Dersimê bibînin!

Prof. Dr. Beyaz Ustun, bal kişand ku dewlet ji bê bêmirovkirin û ji bo qada sermayeyê veke li Kurdistanê daristanan dişewitîne.

Endama Komîyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Beyaz Ustun, da xuyakirin ku şewata daristanan a li Dersimê parçeyek ji polîtîkaya şer a dewletê ye û şewata ku tê derxistin ji bo valakirina qada sermayeyê ye. Ustun bibîr xist ku şewata daristanan a li Dersimê ji salên 90’î ve dewam dike û şewitandina daristan a di meha Tîrmaha 2015’an a li Cûdiyê di hema demê de tê wateya destpêka şer.

‘BÊMIROVKIRIN’

Ustun destnîşan kir ku bi şewatan dixwazin herêmê bê mirov bikin û qadê ji sermayeyê re vekin. Ustun mînaka Cizîr û Sûrê da û guhertina demografiyê dikin hedef.

‘DIVÊ BIKEVIN FERQA BÛYERÊN DIQEWIMIN’

Prof. Dr. Beyaz Ustun astengiya herî mezin a li pêşiya nixumandina têkoşîna hevar polîtîkayên nîjatperest û cihêkeriyê yên dewletê ye. Ustun bibîr xist ku yên li rojava dijîn divê bikevin ferqa ku bûyerên diqewimin di heman demê de li dijî wan e jî.

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Prof. Dr. Beyaz Ustun got: “Dema ku gel yek be, hemû pirsgirêk çareser dibe.”