Tûrîstên Swêdî yên li Alanyayê: Kes wê nexwaze bê vê derê

Hat ragihandin ku êrîşa nîjadperest û faşîstan a li hemberî HDP'ê ya li navçeya Antalya Alanyayê, tirs xistiye dilê tûrîstên Swêdî û ji ber vê yekê beşek ji tûrîstan newêrîn ji otelan derkevin derve.

Hat ragihandin ku êrîşa nîjadperest û faşîstan a li hemberî HDP'ê ya li navçeya Antalya Alanyayê, tirs xistiye dilê tûrîstên Swêdî û ji ber vê yekê beşek ji tûrîstan newêrîn ji otelan derkevin derve.

Du ji mezintirîn rojnameyên Swêdê Aftonbladet û Expressen, bi agahiyên ji 'evrensel.net' wergirtî re ragihand ku li Alanyaya bi hezaran tûrîstên Swêdî lê ne, kaos derketiye û bi qasî 200 kesan êrîşî HDP'ê kirine.

Swêdiya bi navê Karolîna Pettersson ji rojnameya Expressen re axivî û ji bo bûyerên qewimîn got, "Êrîşî dikanan û baran kirin. Bombeyên şewatê avêtin. Polîsan ji me re gotin, ku divê em li taksiyekê siwar bibin û biçin malê."

Pettersson anî ziman ku êrîş li hemberî Kurdan hatiye kirin û got, "Min bihîst ku Kurdekî li pêşberî xwepêşandêran dengê xwe bilind kir. Destpêkê kevirekî mezin avêtin wî, dûre bi kulm û pihînan li wî dan."

Di nûçeya rojnameyê de hat diyar kirin, ku 'birgun.net'ê ragihandiye di dema êrîşê de 10 kes birîndar bûne û dîmenekî ji êrîşa li hemberî HDP'ê li twitterê hatiye barkirin. Edwîna Savmerker a 18 salî dibêje, 'dema bi hevalê xwe re me xwarin dixwar, bûyeran destpê kir' û got, "Tûrîst ketin nava panîkê û reviyan. Ez û hevalê min jî gelekî tirsiyan. Garsonan ji me re gotin ku divê em bi lez û bez biçin berbankê. Me jî bi ya wan kir."

Jennefer Ljungstetds Forse jî anî ziman ku ji bo xwe ji gaza îsotê ya polîsan biparêzin, hemû derî û paceyên otelê girtine. Forse da xuyakirin ku ew beriya niha gelek caran çûye Alanyayê lê belê cara yekê ye li bûyerek bi vî rengî rast tê û got, "Dema bûyeran destpê kirin, xwepêşandêran kevir, molotof kokteyl, şûşe avêtin hev. Hingî ez gelekî nêzî wan bûm. Min li ser rê mirovên ji hişê xwe çûn û xwîn ji birînên wan dihat, dît. Beriya niha min kaoseke bi vî rengî qet nedîtibû."

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Alanyayê Îsmaîl Işli ji Anftonbladet re axivî û diyar kir ku ew yek ji mirovên herî dawî lokala partiyê terikandin bû û got, "Cam şikandin. Avahiya me xistin rewşeke welê ku nema dikare bê bikaranîn. Em 60-70 kes li lokala partiyê bûn. Ew li derveyî avahiyê bi sedan kes bûn. Di destpêkê de polîsan ew ji herêmê derxistin. Lê piştre hîn bêhtir bi girseyî hatin. Em ditirsiyan ku êrîşkar avahiya partiyê bişewitînin."