Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kir ku, polîtîkayên hikûmetê AKP'ê zêdetir kurdan û jinan xizan dike û jin bêtir rastî tundiya zilam tên. Tuncel da zanin ku, di operasoynên KCK'ê de bi sedan jin ji ber tekoşina azadî û demokrasiyê meşandin hatin girtin.
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, di Lijneya Gişti ya Meclisê de têkildarî Politîkayên Butçeya Malbat û Civakî de diyar kir ku butçeya 2013'an de ji bo gele.
Tuncel destnîşan kir ku, polîtikayên AKP'ê yên aboriyê ne li gorî daxwazên gelin û herî zêde gelê Kurd û jinên Kurd mexdûr dike. Tuncel destnîşan kir ku, di serdema hikûmeta AKP'ê de Wezîra Dewletêya Berpirsyarê Malbat û Jinan hate guhertin û li şûna wê "Polîtîkayên Wezareta Malbat û Civakî" hate avakirin. Tuncel da zanîn ku, li gorî Wezareta Dewletê Fatma Şahîn di navbera xizan û dewlemendan de 12 qat cudahî heye û ev yek felakete. Tuncel da zanîn ku, li gel di pêşnûmeyê de tundiya li hemberî jinan anîn rojeva meclisê jî tundiya li hemberî jinan zêdetir bûye. Tuncel da zanîn ku, li Wanê nekarîbûn mamoste Gulşah biparêzin û li cihên din jî nikarin jinan biparêzin û wiha gto: "Lazime ku berî her tiştî hişmendî bê guhertin. Heta ku hişmendî neyê guhertin dê ev yek berdewam bike.
Tuncel destnîşan kir ku, ji ber polîtikayên AKP'ê yên şaş li Tirkiyeyê herî zêde Kurd xizanin û yên herî zêde rastî tundî û binpêkirina mafan tên jî jinin û wiha got: "Yên herî xizan Kurd û jinin. Hêj Kurd û jin li Tirkiyeyê wekî çîna duyemîn tên dîtin. Hêj li Tirkiye pirsgirêka kurdan li benda çareseriyê ye. Pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka herêmê û aboriyê tê dîtin.
Jinên Kurd rastî neheqiyê tên. Di bin doza 'KCK'ê de rastî komkujiya siyasî tên. Tenê ji ber siyaset kirine bi sedan jinên Kurd girtî ne. Ji bo ku tev li çalakiyê 8'ê Adarê bûne hatine girtin û tên darizandin. Fersat u polîtîkaya ku jinê tune dihesibîne û vîna wê binpê dike ne pêkan e pêş bikeve.