Tûncel: Farqîn pêşeroja me hemûyan e
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel bang li gelên Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin gelê Farqînê. Tûncel bibîr xist ku Farqîn 9 roj in hatiye dorpêçkirin û rastî êrîşan tê.

Tûncel got, "Komkujî û êrîşên li Farqînê li hemberî gel tê kirin, nayê qebûlkirin. Hedef ne tenê gelê Farqînê ye, hedef em hemû û pêşeroja me hemûyan e. Eger em li cem gelê Farqînê cih bigirin, em ê hingî xwedî li pêşeroja xwe derketibin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bidin Farqînê. Divê li hemberî van polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê em nerazîbûna xwe nîşan bidin. Eger em vê nekin, hingî em ê bibin hevparê komkujiyan. Divê her kes li cihê lê ye, li dijî van hewldanên komkujiyê derkevin."
Tûncel bang li hikûmeta AKP'ê jî kir û got, "Li pêş çavan e ku pirsgirêk bi vî rengî çareser nabe. Wê pirsgirêk kûrttir bibe. Bi tank û topan ketina nava taxan re, pirsgirêk çareser nabe. Ya divê were kirin, nîqaşa li ser rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkê, vegera li maseya muzakereyê ye. Di rewşeke berevajî de wê pirsgirêkên nikarin bên cebirandin di nava gelên Tirkiyeyê derkeve. Lewma divê derhal polîtîkayên şer bên terikandin."