Tûglûkê cûdakariya Şaredariya Manîsayê anî rojevê

Tûglûkê cûdakariya Şaredariya Manîsayê anî rojevê

Parlementera Wanê Aysel Tûglûk da diyakirin ku, Şaredariya Manîsayê li dijî kolanên Kurd lê dijîn polîtîkayekî cûdakar birêve dibe. Tûglûkê ji Wezîrê Hundir pirsa “Hûnê pêkanînan bikin?” kir.

Parlementera Wanê Aysel Tûglûk li Manîsayê cûdakariya ku li dijî Kurdan tê kirin anî rojeva Meclisa Tirk. Tûglûk balkişand ser ku Şaredariya Manîsayê ji hemû kolanên Taxa Ahmet Bedevî re xizmetê dibe, lê tenê ji bo kolanên hêjmar 539, 543, 547, 537 û 542 yên ku piranî Kurd lê dijîn xizmetê nabe û asfaltkirina rêyan weke mînak nîşan da.

Di pêşnûmepirsa ku Tûglûkê ji bo Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn bi bersivîne dayî de ev tişt cih digirin:

“Raste ku Şaredariya Manîsayê hemû kolanê taxa Ahmet Bedevî asfaltkirine, tenê kolanên hêjmar 539, 543, 547, 537 û 542 yên piranî Kurd lê dijîn nehatine asfaltkirin?

Kolanên taxa mijara gotinê yên 539, 543, 547, 537 û 542 ku piraniya wan Kurd lê dijîn rêyên wan nayên asfaltkirin yan jî tê direngxistin, sedemê vê çiye?

Kolanên taxa mijara gotinê bi zanabûna xizmetê jê re nabin yan jî direng dixin, ger wezareta me vê cûdakariyê tespît bike dê pêkanînekê li ser Şaredariya Manîsayê pêk bîne, ger hebe çine?”