Parlementera Wanê Aysel Tûglûk tecrîda li ser zarokê bi navê H.D. yê ku di Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Şarkanê de bir rojeva Meclîsê. Tûglûk pêşnûmeyê pêşkêşê Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullha Ergîn kir û bal kişand ku H.D. tevlî greva birçîbûnê ye û pirsa “Gelo tê cezakirin?” pirsî.
Hevseroka Giştî ya KCD’ê Parlementera Wanê Aysel Tûglûk rewşa zarokê Kurd ê ku bi awayeke tenê di odeyek a Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Şarkanê de tê ragirtin anî rojeva Meclîsê.
Tûglûk di pêşniyarpirsa ku xwest Ergîn bibersivîne de ev pirs pirsî:
"Gelo nehiştina HD bê cem U.D, S.A. û A.S û ragirtina wî di hucreyeke takekesî de, ne tecrîdeke girankirî ye?
Gelo sedema ev cezayê li hemberî H.D. tevlîbûna greva birçîbûnê ye? Gelo kesên tevlî greva birçîbûnê dibin bi vî awayî tên cezakirin?
Gelo çi piştepaliya qanûnî ya vê pêkanînê heye? Mafê tevlîbûna sohbetan bi kîjan qanûnê tê astengkirin?"