Trump hişyarî da ku wê şer giran bibe
Serokê nû yê DYE'yê Trump di ser dîlgirtiyên Îsraîlî re gef li Hamasê xwar û hişyarî da ku eger dîlgirtî neyên berdan wê şer kûr bibe.
Serokê nû yê DYE'yê Trump di ser dîlgirtiyên Îsraîlî re gef li Hamasê xwar û hişyarî da ku eger dîlgirtî neyên berdan wê şer kûr bibe.
Serokê nû yê DYE'yê Donald Trump wê 20'ê Çileyê dest bi wezîfeyê bike. Trump têkildarî Hamasê axivî û got, "Eger heta 20'ê Çileyê dîlgirtî hemû neyên berdan 'wê dojehê bibînin'."
Trump li ser medya dîjîtal peyamek parve kir û got, "Beriya 20'ê Çileya 2025'an eger dîlgirtÎ neyên berdan, berpirsyarên ku li Rojhilata Navîn li dijî mirovahiyê ev zilm kirine wê dojehê bibînin."