Total li nêzî Hewlêrê kaniyek mezin ya petrolê dît!

Total li nêzî Hewlêrê kaniyek mezin ya petrolê dît!

Şîrketa petrolê ya Fransayê Total aşkera kir ku, li Herêma Başûrê Kurdistanê kaniyek mezin ya petrol û gazê dîtine.

Grûba Total ya Fransayê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku, wan li herêma Başûrê Kurdistanê kaniyek mezin ya petrol û gazê dîtine. Li gorî daxuyaniyê  ev  kaniya “girîng” ya hîdrokarburê 60 km nêzî Hewlêrê 4 hezar metre bin erdê de dîtine.

Berpirsê Total yê Rojhilata Navîn got: “Ev keşif cesaretek mezin dide” û anî ziman ku, ev dê ji bo pêşeroja herêmê di stratejiyên pêşketinê de hêz bide wan.

Şîrketa Fransayê ku kaniya petrolê li bloka Herîrê dîtine sedê 35 xwediyê hîsseyê ne. Operasyonên li vê blokê, şîrketa Amerîkayî Marathon Oil ya sedê 45 hîsse yên wê ne birêve dibe. Hîsseyê Başûrê Kurdistanê jî tenê sedê 20’e.