Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Tiryakî: Bi redkirina rola Ocalan çareserî nabe

Wekîlê Êlihê yê HDP'ê Mehmet Ruştî Tiryakî got, bi redkirina rola Îmraliyê çareserî nabe.

Wekîlê Êlihê yê Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) Mehmet RuştTî Tiryakî têkilî helwesta Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya li ser çareseriya meseleya Kurd, diyar kir ew gavên ji bo çareseriyê hêja dibînin û got, ''Bi me li ser çareserkirina meseleya Kurd aşkerekirina îradeyê hêja ye. Her wiha me tim gotiye ku ev mesele divê li meclîsê were çareserkirin. Weke parçayek ji çareseriyê HDP bêguman wê peywir û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Têkilî beşek ji axaftina Serokê Giştî yê CHP'ê ti problem nîne. Lê beşek ji gotinên wî bi problem e . Hinekî kêm û bi problem e ku dibêje hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne meşrû ne û adrêsa çareseriyê tenê HDP nîşan daye. Aliyekî şerê çekdar, koma têkoşîna çekdar heyeû bêyî ku mirov bi aliyê şer re diyalogê deyne çareserî pêkan xuya nake. Li ti devera cîhanê bêyî ku bi aliyê şer re hevdîtin bibe, meseleyeke wiha çareser nebûye.''

Tiryakî bi berdewamî diyar kir partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêhm nekiriye û got, ''Bi min têkilî vê kêmasiyeke mezin heye. Bi rastî jî hêja ye ku HDP weke adrêsa çareseriyê, weke aliyê çareseriyê hatiye nîşandan, hêja ye ku Meclîs weke adrêsa çareseriyê hatiye  nîşandan. Lê ev tê maneya ku miorv aliyekî nebîne. Ne rast e ku mirov bibêje hevdîtinên bi Rêzdar Ocalan re ên dema pêvajoya çareseriyê ne meşrû ye. Têkilî meclîsê, Rêzdar Ocalan bixwe got heta ku statûyeke yasayî nebe, heta ku bi yasayî çareserî ji bo meseleyan neyê dîtin, nabe.  Kêmasiyeke mezin e ku mirov hevdîtinên wê demê bi giştî red bike, ev nayê qebûlkirin. Bi me, mirov bi redkirina rola Rêzdar Ocalan nikare çareseriyê bîne. Ti beşek civakê jî ji vê bawer nake. Bêyî ku mirov li fikra Rêzdar Ocalan binere, bêyî ku mirov pê re diyalogê deyne, ku Ocalan aliyek ji şer e û ji bo aştiyê vîna xwe datîne holê, pêvajoya çareseriyê nameşe. CHP bixwe, kadroyên wê jî pê diznain ku ev nabe.''

Tiryakî bi berdewamî diyar kir partiya wan ji bo çareseriya meseleya Kurd, li ser demokratîkbûna Tirkiyê bi roleke girîng radibe û got, ''Her kes pê dizane ku HDP li Tirkiyê bi roleke kilîd e. Li holê tu tifaq hene û di hemû anêtan de derdikeve holê ku ne Tifaq Milet ne jî Tifaqa Cumhur bi serê xwe nikarin di hilbijartina serokkomariyê de bi ser bikevin, diyar dibe ku li partlamantoyê nikarin bi serê xwe bibin hikûmet. Rewşa HDP'ê pirt krîtîke , doza girtinê jî ji bo vê vekirine.  Armanca operasyonên li ser HDP'ê ev e. Desthilata siyasî ya ku ev rola kilîd dîtî ji bo ku HDP'ê tasfiye bike serî li rêyên nehiqûqî dide. ''