Tirsa medyaya Tirkiyeyê ya ji ber Efrînê
Medyaya Tirkiyeyê ya ku di fermandariya Erdogan de derketiye seferê ji aliyekî ve li paş xwe dinihêrin, ji aliyekî din ve jî çavê wan li vî tiştî ye ku Rûsya piştgiriya hewayî û destûrê bide…
Medyaya Tirkiyeyê ya ku di fermandariya Erdogan de derketiye seferê ji aliyekî ve li paş xwe dinihêrin, ji aliyekî din ve jî çavê wan li vî tiştî ye ku Rûsya piştgiriya hewayî û destûrê bide…
Medyaya Tirk jî piştgiriyê dide gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên êrîşên li ser Efrînê. Nivîskarên rojnameyên medyaya Tirk ji ber ku bi wêrekî nikarin qala encamên operasyonê dagirkeriyê bikin, gotinên xwe di nav peyvan de vedişêrin. Gelek nivîskarên wan îro li ser mijarên “Gelo ew ê Rûsya qada hewayî veke yan na” û “Gelo ew ê şer were Tirkiyeyê jî” sekinîn.
BERIYA KU DEST PÊ BIKE ‘ŞEHÎD’Ê YEKEMÎN
Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Ahmet Takan di nivîsa xwe ya bi navê ‘Şehîdê me yê yekemîn ê Efrînê: Bulent Alp’ de qala vî tiştî kir, dibe ku şer were Tirkiyeyê jî û got, “Li Çelêya Colemêrgê PKK bi fuzeyê êrîşê dikin û leşkerê bi navê Bulent Alp şehîd dikeve. 3 leşkerên din jî birîndar dibin. Bi vî tiştî re em şehîdê xwe yê yekemîn ê sala 2017’an didin, lê kes qal nake. Niha hûn dibêjin Efrîn li ku Çelê li ku. Lê têkiliya wan bi hev re heye.”
BERBERÊ FEHMÎ KORÛ
Fehmî Korû yê ku qala vî tiştî dike dibe ku şer li Tirkiyeyê jî belav bibe dibêje ku, “Li gorî berberên ji Sûriyeyê ji min re gotine, divê mirov bi tevdîr be. Senaryoya herî xeternak ev e ku, mudaxeleya derveyî sînor rê li ber şerê li nav Tirkiyeyê jî veke.”
KA HÛN HÊJAYÎ HEFT WELATAN BÛN!
Mûharrem Sarikaya yê ji HaberTurkê dipirse bê ka ew ê Rûsya piştgiriya hewayî bide yan na û dibêje “ Heta ku piştgiriya hewayî nebe divê li dijî Efrînê operasyon neyê kirin.”
ÇAVÊ SELVÎ LI RÛSYAYÊ YE
Abdûlkadîr Selvî jî hêviya xwe bi Rûsyayê girêdaye û di nivîsa xwe de qala vî tiştî dike: “Di operasyona Efrînê de pirseke krîtîk heye. Di operasyona Efrînê de ew ê qada hewayî ya Sûriyeyê were vekirin an na? Gelo em ê karibin qada hewayî ya Sûriyeyê bi kar bînin? Ji bo vekirina qada hewayî muzakereyên bi Rûsyayê re didome. Em dixwazin bi kêmanî 15-20 rojan qada hewayî bi kar bînin.”
RÎSK WAN DIDE TIRSANDIN
Nivîskara Mîlliyetê Serpîl Tekcan a ku bêtir guhê wê li korîdorên MÎT’ê yê dibêje ku, “Bêguman her operasyon rîska xwe heye. Yek ji meseleya girîng jî li rojavayê Sûriyeyê di destê Rûsyayê de qada hewayî heye. Ji ber vê jî dîplomasiya leşkerî ya bi Rûsyayê re gelekî girîng e. Tiştekî din jî heye, operasyon dibe ku rê li ber êrîşên PKK’ê veke.”
DI NAVBERA DU BLOKAN DE
Nivîskarê Yenîşafakê Kemal Ozturk jî di nivîsa xwe ya bi navê ‘Amadekariya şerê li Sûriyeyê’ dibêje ku, “Em di nava bloka Rûsya û Amerîkayê de mane. Divê Tirkiye vê rewşê çareser bike. Tu çareyeke me ya din tune. Dibe ku di demên pêş de em berdêlên mezin jî bidin.”