Karl Marks dema manîfestoya Partiya Komunîst nivîsand digot, "Ruhek li Ewropayê digere: ruhê Komunîzmê". Hemû ciwanên li parzemîna kevn bi rengê "tifaqeke pîroz" dan pey vî ruhî: Papa û çar, Metternich û Guizot, radîkalên Fransî û ajanên polîsên Elman...
Marks ev encam derdixist: "Komunîzm ji niha ve ji aliyê hemû hêzên Ewropayê ve weke hêzekê hatiye naskirin. Dem hatiye ku komunîst bi rengekî vekirî nêrîn, armanc û meyla xwe li tevahiya cîhanê belav bikin û partî bi Manîfestoya xwe bersivê bide çîroka Ruhê Komunîzmê."
Şert û merc, çarçove û naveorka xwe cuda jî be, "tifaqa pîroz" piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo vî ruhî biqewirîne ji her alî ve êrîş kir. Ji bo bi şaşitiyên wê wextê nexapin, di serî de HDP divê hemû hêzên demokratîk û çep a rasteqîn êdî bersiveke xurt bidin.
DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de hesabên desthilatdariya AKP'ê cuda bûn. Hesabên xwe ji bo serketinê bûn. Jê hebû ku wê hemû berhemên pêvajoya ku jê re "pêvajoya çareseriyê" dihate gotin û tenê bi hewldanên aştiyê yên aliyê Kurd dihate meşandin, tenê ji AKP'ê re be. Desthilatdariya AKP'ê di wê demê de ku hêviya aştiyê xurt bû û zext lê kêm bû, encamên hilbijartinê weke xeteriyekê li dijî xwe dît. HDP bi temsîliyeteke xurt tevlî hilbijartinê bû û encameke dîrokî bi dest xist. Ev encama 13.1 ji sedî sîstem ji binî ve hejand. AKP'ê bi rêjeya 40.9 ji sedî 258 parlamenter bi dest xist, lê belê piraniya kursiyên parlamentê bi dest nexist ku karibe polîtîkayên xwe bi cih bîne. Yanî derb li zîhniyeta "tekperestî" û "desthilatdariya mûtleq" hate xistin. Bi saya vê encamê, ji bo demokrasî û aştiyeke rasteqîn, derfetên bêhempa afirîn. Rewşa nû ya meclîsê hê bêhtir li demokrasiya parlamenteriyê dihat û tevlîbûna HDP'ê bi 80 parlamenterî, di vî warî de alternatîfeke girîng diafirand.
DÎNAMÎK Û ENCAMÊN 7'Ê HEZÎRANÊ
Hilbijartina 7'ê Hezîranê hêja ye ku ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Dînamîkên vê pêvajoyê diyalektîfa 7'ê Hezîranê derxistin holê. Ev diyalektîk bi berxwedan û hewldanên çareseriyê afirî ku ji hevdîtinên Îmraliyê heta berxwedana Gezî û Kobanê xwe nîşan dan. Dema ku mirov dînamîkên bingehîn ên 7'ê Hezîranê didin ber hev, nasnameyên ku HDP'ê di bin sîwana xwe de li hev civand, gelekî watedar in. Pêvajoya ku bi taybetî di sala 2009'an de li Îmraiyê şênber bû û destpêka sala 2013'an bi hevdîtinên heyetan re gihîştin asteke nû, rê li ber pêşketinên siyasî vekir. Serhildana Gezî ya 27'ê Gulana 2013'an dest pê kir, li 78 ji 81 bajarî belav bû. Ji ber daxwazên di serhildanê de hatin kirin û şîdeta polîsan, ev xwepêşandan şibandin Bihara Ereb, Tevgera Occupy a li DYA, Tevgera Neraziyan a li Spanayê ya jî Tevgera 68'an a Gulanê ya li Fransayê.
Salek piştî rûdana serhildana Gezî, vê carê di Cotmeha 2014'an de li dijî desthilatdariya Tirk "Raperîna Kobanê" dest pê kir. Ev raperîn ku weke "bûyerên 6-7'ê Cotmehê jî hatin binavkirin, li dijî astengiyên dewleta Tirk ku derdixist pêşiya alîkariya ji bo Kobanê rû da. Bêguman gelek nerazîbûnên din jî hebûn ku rê li ber vê pêvajoyê vekirin. Çalakî li dehan bajaran belav bû. Di dema çalakiyan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hejmarên fermî, di navbera 7-12'ê Cotmehê de 682 kes birîndar bûn, 323 kes hating irtin. Ev çalakî yek ji serhildanên gel ên bêhempa bû ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
Pêvajoya çareseriyê hem ji bo Kurdan, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê gelekî girîng bû. Gezî ji bo pêkhatina demokrasiya navxweyî ya Tirkiyeyê destwerdaneke xurt bû. Bûyerên Kobanê li qada herêmî û navneteweyî bandoreke mezin kirin. Her du dînamîkên dawî hem karakterê antî demokratîk ê rejîmê, hem jî hêrsa li dijî dijminatiya li Kurdan nîşan didan. Hevdîtinên Îmraliyê jî hemû rêya çareseriyê nîşan da, hem jî hêviya di vî warî de şîn kir. Van hemûyan navnîşana çareseriyê nîşan dan û di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP mezin kir.
PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ
Bêguman hilbijartina 7'ê Hezîranê tenê bi dînamîkên ku bingeh jê re amade kir nayê vegotin. Dema berê û piştî vê pêvajoyê heye. Dema ku eniya demokrasiyê mezin bû, dijberên wê jî ji nû ve ketin pozîsyonê û dest bi êrîşeke bêhempa kirin. Rewşa ku li eniya tekperest, mûxafazakar, ûltra-lîberal û faşîstan rû da, formeke nû da dijminatiya li demokrasî û azadiyê. Ji ber ku hilbijartina 7'ê Hezîranê planên Erdogan serûbin kir, bi darbeyeke siyasî encamên hilbijartinê nehat pqebûlkirin û 11'ê Mijdara heman salê hilbijartin hate dubarekirin. Encam jî li gorî dilê AKP'ê hate guhertin. Pêvajoya ku piştî vê dest pê kir, serdemeke tarî bû.
Li bjarên Kurdan hilweşandin û komkujî hatin kirin. Li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê sûcên gelekî giran hatin kirin. Bi sedan sivîl hatin kuştin, gelek tax ji holê hatin rakirin. Piştre eşkere bû ku ev konsepta êrîşê sala 2014'an hatiye plankirin. Hilbijartina 7'ê Hezîranê konsepta faşîst sekinandibû, lê nekarîbû ji holê rake. AKP ku destpêka salên 2000'î bû desthilatdar, hemû pêvajoyên desthilatdariya xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî, medya, polîs, leşker û edalet xiste bin kontrola xwe.
Di nava komkujî, hilweşandin, zexta dadgerî, terora polîsan û karên ne li rê de, Tîrmeha 2016'an hewl hate dayin ku darbe bê kirin. Ev hewldan darbeyê ku hê jî ji gelek aliyan ve nehatiye ronîkirin, bêguman herî zêde bi kêrî desthilatdariyê hat. Erdogan ev yek weke "Xêra Xwedê" pênase kir.
Îro baştir tê fêhmkirin bê hevdîtinên ku jê re "pêvajoya aştiyê" dihate gotin ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve çawa û ji bo çi hatine bikaranîn. Aliyekî din ê hilbijartina 7'ê Hezîranê ew e ku "rûyê rast ê AKP'ê" raxist pêş çavan.
RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ ÎRO JÎ MÎNA HÊVIYEKE XURT LI BER HILBIJÊRAN E
Sal jî di ser re derbas bûbin, hilbijartina 7'ê Hezîranê jî desthilatdariya AKP'ê ditirsîne. 7'ê Hezîranê li ser bingeha berxwedaneke xurt û hewldanên aştiyê der bû. Ruhê 7'ê Hezîranê îro jî bi mîna hêviyeke xurt li ber hilbijêran e. Hilbijartina 7'ê Hezîranê ku hêviyên "serketinê", "welatekî cuda", "rêveberiyeke cuda" û "cîhaneke cuda" di nav de hebûn, bêguman li ser zemîn û dînamîkên cuda yên civakî pêk hat. Ev dînamîk di nava salan de hatin pelçiqandin, tine hatin dîtin an jî derbên giran li wan hatin xistin. Rêveberiya faşîst bi rengekî bê rehm êrîşî dînamîkên demokrasiyê kir. Êşkence, girtîgeh, sirgûn, sansur û serîtewandin hatin ferzkirin. Bi kurtasî, piştî 7'ê Hezîranê di pratîkê de rejîm hate guhertin. Şert û merc guherîn, lê belê hêvî û têkoşîn neqediyan.
Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê ku di nava şert û mercên 'aram' de pêk hat û hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ku di nava zexta faşîst de tê kirin, wê ji bo aliyan weke hev nebin. Hesabên matematîkî têrê nakin ku encaman eşkere bike. Lê belê serketin an jî têkçûn misoger nînin. Li ser zemîna hesas, derfetên serketin û têkçûnê hene. Ji her du aliyan ve jî encam wê mîna 7'ê Hezîranê nebe. Matematîk wê di vê hilbijartinê de bi rengekî cuda bixebite. Her hejmar wê xwedî bandoreke xurt be. Hêza vê yekê wê bûyerên piştî 24'ê Hezîranê biqewimin diyar bike. Desthilatdarî wê hewl bide senaryoyên nû bixe dewrê, lê belê serketin an jî binketina van senaryoyan wê li gorî sekna hêzên dijber be. Gelekî hesas û şikestîner jî be, sîstemeke sazûmankar heye. Hêza zordariyê ya dewletê hê jî di kontrola vê desthilatdariyê de ye. Di nava salan re veguherî rêxistineke ku hêza xwe ya gef û hilweşandinê xurt e. "Hêvî" û "têkoşîn" bi tena serê xwe li dijî vê gefê dibe ku nebe garantiya serketinê. Lê belê eger her du jî veguherin hêzeke rêxistinbûyî, wê hingî bingeheke qewîn ava bibe. Demokrasî jî ancax li ser vê bingehê dikare gavên xurt biavêje. Naxwe zemînên hesas, gotinên xumamî, seknên bê nasme û ne diyar, projeyên ne hevgirtî wê çareseriyê hê bêhtir dûr bixînin. Dem hatiye ku bersiveke xurt ji desthilatdariya faşîst re bê dayin. Eger di nava şert û mercên heyî de jî rêya rizgariya ji krîza li Tirkiyeyê hê jî weke hilbijartin û demokrasiya temsîlî tê dîtin, wê wextê divê bersiva destpêkê ya tund di hilbijartinê de bê dayin. 7'ê Hezîranê di nava şert û mercên cuda de nîşan dabû ku ev yek pêkan e. 24'ê Hezîranê jî vê yekê weke mecbûriyetekê ferz dike. Hêzên demokratîk hem ji bo serxistina vê yekê, hem jî ji bo pêşîgirtina li xeteriyên piştî hilbijartinê, divê hê bi baldarî, hê bi hesab û bi xurtî tevbigerin.