Tirkiyeyê 4 deriyên xwe yên sînor ên bi Îranê re girt
Tirkiyeyê ji ber talûkeya koronavîrusê 4 deriyên sînor ên bi Îranê re girt. Seferên balefiran ên navneteweyî jî yekalî hate sekinandin.
Tirkiyeyê ji ber talûkeya koronavîrusê 4 deriyên sînor ên bi Îranê re girt. Seferên balefiran ên navneteweyî jî yekalî hate sekinandin.
Li Îranê hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirine, îro bû 8. Li Îranê hejmara nexweşan jî bûye 43.
Ji ber ku li Îranê koronavîrus zêde bû, Tirkiyeyê deriyên sînor ên Dîlûcû, Gurbulak, Esendere û Kapikoyê yên bi Îranê re girt.
Tirkiyeyê seferên balefiran ên navneteweyî jî yekalî û heta demeke diyar da sekinandin.