‘Tirkiye nakokiya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê zêde dike’

Rojnameger û pisporan diyar kirin ku Tirkiye rîska şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê zêde dike û çeteyan dişîne herêmê.

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê ya li ser sînorê Qerebaxê didome. Ligel ku welatên YE û Rûsya banga agirbestê dikin jî Tirkiye û Azerbaycan peyamên şer didin.

Pispora herêmê Alîn Ozînîan a li Ermenistanê dijî û rojnamegerê Ermen Hayko Bagdat şerê heyî û rola Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin.

‘ŞANDINA ÇETEYAN DIHAT WATEYA ÊRÎŞAN’

Ozînîan diyar kir ku wan çend roj berê bihîstine ku çeteyên cîhadîst ên li Sûriyeyê ber bi herêmê ve hatine şandin û got, “Çend roj berê jî di çapemeniya alîgirê desthilatdariyê de jî hatibû diyarkirin ku ‘PKK hatiye Qerebaxê û Wezareta Karê Derve ya Ermenistanê plansaziya vî tiştî kiriye’ Ev nûçeyên bêbingeh in. Di heman demê de şandiya çeteyan a ber bi herêmê ve dihat wateya ku wê tiştek pêk were. Lê kesî nedizanî wê çi çawa pêk were. Êrîşên niha û yên berê naşibin hev. Êrîşên nihali ser xeta sînor ê Qerebaxê pêkl hat. Ji agirbesta 1994’an û heta niha di vê astê de şer çênebûbû. Şerê 4 rojan ê di sala 2016’an de jî paytexta Qerebaxê nebûbû hedef. Lê di êrîşa duh de ev bû hedef.

Bûyerên di meha Tîrmehê de jî li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê pêk hatibû. Jixwe wê demê raya giştî ya cihanê Azerbaycan rexne kiribû. Qerebax komareke otonom e. Heke berê wê bide Ermenistanê, nerazîbûneke tund çêbûbû. Ji ber vê jî êrîşî sînorê Qerebaxê kir.”

Ozînîan diyar kir ku Tirkiye wekî ‘xwediyê herêmê’ diaxive û got ku, “Tirkiye li dijî Ermenistanê jî wisa diaxive. Ji destpêkê ve ne bi tenê hikumeta AKP û MHP’ê, hikumetên berê yên Tirkiyeyê jî ew tune dihesiband û têkiliyên dîplomatîk bi wê re nedihat dayin. Tehamula Tirkiyeyê ya li hemberî nasnameya Ermeniyan tu carî çêbû. Di zextên li ser Ermenan de em vî tiştî dibînin. Belkî jî tirsiya ku defterên berê vebin. Wextekê di dema Protokolên Zurîhê de nêzbûna bi Ermenistanê re hatibû rojevê lê piştre meseleya Qerebaxê hate rojevê. Ev protokol sekinî. “

TIRKIYE DIXWAZE HESABÊ LI SÛRIYEYÊ JI RÛSYAYÊ BISTÎNE

Ozînîan diyar kir ku Qerebax li Kafkasyayê ye û Rûsya li vir pêş e. Ozînîan got ku, “Tirkiye heke bixwaze têkeve vê herêmê wê Rûsya li hemberî wê derkeve. Ev jî tê wateya ku wê bi Rûsyayê re şer bike. Ji meha Tîrmehê ve dema li Sûriyeyê problem derdikeve, dixwaze hêza xwe nîşanî Rûsyayê bide.”

BAGDAT: ERDOGAN KAOSÊ ZÊDETIR DIKE

Rojnamegerê Ermen Hayko Bagdat jî diyar kir ku Erdogan û Tirkiye vê kaos û şerî zêdetir dikin û got, “Hemû welatan û Ewropayê, gelek saziyên navneteweyî banga agirbestê û diyalogê kirin. Hêviya min jî ev e ku li ser maseyê çareserî were kirin. Lê Tirkiye li hemû welatên cîran siyaseteke êrîşkar û hêrs dimeşîne. Erdogan di serî de rayedarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe vê kaosê zêdetir dikin. Rejîma Erdogan û desthilatdariya AKP û MHP’ê bûye yek ji pirsgirêka mirovayetiyê.”

Bagdat diyar kir ku Komara Qerebaxê ya ku şer lê heye di 10’ê Kanûna 1991’an de bi referandûmeke yekalî serxwebûna xwe ragihand. Bagdat got ku, “Azerbaycanê Qerebax nas nekir û Ermenistanê jî piştgirî da serxwebûna Qerebaxê. Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de di sala 1994’an de peymana agirbestê hate îmzekirin lê tu peymaneke aştiyê nehate îmzekirin. 26 sal in li vê herêmê car caran şer çêdibe.”