Tirkiye ji hêla dadgerên navnetewî ve wê were darizandin

Trîbûnala Tirkiyê ya ji bo ku binpêkirina mafan ên li Tirkiyê darizîne, ava bûyî, mijarên weke êşkence, necezakirin, bi zorê nebedîkirin, azadiya çapemenî û derbirînê ji hêla dadgerên navnetewî ve were nirxandin.

Trîbûnala Tirkiyê weke 'dadgeheke gel' a serbixwe û bêalî, ji bo ku sûcên Tirkiyê yên van salên dawî yên têkilî mafê mirovan darizanî hate avakirin.

Ji ber sedema ku li Trirkiyê daraz ne serbixwe ye û pergala hiqûqê di bin rejîma dîktatorî de hemû maneya xwe ji dest daye her roj hin binpêkirniên û bêcezat3i tê rojevê. Trîbûnala Tirkiyê ku li ser vê derkete holê, bi insîyatîva fîrmaya hiqûqê ya bi navenda Belçîka Van Steenbrûgge Advocaten (VSA), ji hêla Profesorê Destûra ingehîn Johan Vande Lanotte ve hate avakirin .Dadgeh ji hêla parêzer, dadger û raportoran pêk tê, binpêkirna mafan ên li Tirkiyê bi 6 sernavan cih digire.

Têkilî êşkenceyê, bi zorê dane windakirinê, necezakirinê, azadiya çapemenî û derbirînê, mafê xwe gihandina tendiristiyê ya cezaxwarî û gumanbaran, mafê darizandina dadmend a gumanbaran û xwe gihandina wan a parêzeran rapor hate hazirkirin. Trîbûnal bi raporên berfireh ku li ser van şeş sernavan hatî nivîsîn, wê binpêkirina mafan ên Tirkiyê bikole û darizîne. Bi vê çarçoweyê guhdarîkirina mexdûrên li Tirkiyê wê werin guhdarîkirin. Agahiyên ku mirovan di îfadeyên xwe dane wê ji hêla dadgehê ve werin nirxandin.

Trîbûnal raportajên bi van kesan re yên têkilî binpêkirinan bi hevkarê medyayê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a bi navenda Londrayê (Înternatîonal Observatory of Human Rîghts -IOHR) li webînaran ku her raporê dike mijar, pêk were. Li groî teqwîma Webînarê 25'3ê Mijdarê li ser êşkenceyan, 16'ê Kanûnê têkilî nebedîkirinan, 21'ê Çile cezanekirin, 18'ê Sibatê azadiya çapemenî û derbirînê û bi dorê mafê xwe gihandina tendiristiyê ji hêla kesên pispor û mexdûran ve wê werin axaftin. Piştî vê, çarîka pêşî ya 2021'an li Cinêvê ya Swîsreyê wê danişîna pêşî ya dadgehê pêk were.

Dadgehê bernameyeke ji 5 rojan aşkere kir. Di rapora pêncan de Şandeya Dadgehê wê biryarê aşkere bike. Trîbûnal wê Hikûmeta Tirk bi rêya Sefaretxaneyan ji hemû raporan, geşedanan û ji biryarên dadgehê agahdar bike. Bi vê çarçoweyê wê mafê xwe parastinê bidin Hikûmeta Tirk. Her çendî ti pêdankirina dadgehê nebe jî di qonaxa darizandinê de ji bo derxistina hemû kitekitan, qeydkirina vê û li gorî hiqûqa navnetewî biryar li ser were dayin, bi asta cîhanê xwedî otorîteyeke exlaqî ye.