Tirkiye di Endeksa Aştiyê ya Global de di rêzên dawîn de ye

Tirkiye di Endeksa Aştiyê ya Global ya Enstîtuya Ekonomî û Aştiyê ya di sala 2019’an de di rêzên dawîn de ye.

Vê saziya ji Evûstralyayê her sal aştiya navxweyî ya welatan dipîve û bi daneyan pêşkêş dike.

Di rapora sala 2019’an de Tirkiye tevî Nîkaragûa û Yemenê di nav 163 welatan de di beşa ‘welatên ku rewşa wan xerab dibe’ de cih digire.

Tirkiye li gorî sala borî sê rêzan bi paş ve çû û bûye 152’emîn. Li Sûdanê ya ku şerekî navxweyî heye, bi pûanekê li pêşiya Tirkiyeyê ye. Welatê ku rewşa wê herî xerab jî Efganistan e.

Îzlanda îsal jî bû welatê ku aştiya xwe ya navxweyî baş pêk tîne. Piştî Îzlandayê Yenî Zellanda û Portekîz hene.

Di raporê de hate diyarkirin ku li 106 welatan zêdekirina çekan kêm bûye û li Sûriye û Iraqê rewş baştir bûye.

Rapor xwe dispêre pîvanên wekî şer, terorîzm, şîddeta polîsan û rewşa çekdariyê.