Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo rojeva hilbijartinê, hat ba hev

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo rojevên hilbijartina serokkomariyê, hilbijartina parlamentoyê, pêvajoyê hilbijartinê û ewlehiya sindoqê hatin ba hev.

Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê; Hevserok, serok û berdevkên Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) li Enqereyê hatin ba hev.

Civîn bi rojevên hilbijartina serokkomariyê, hilbijartina parlamentoyê, pêvajoya hilbijartinê û ewlehiya sindoqê pêk hat.

Tifaqa Ked û Azadiyê encamên nîqaşên xwe bi çapemeniyê re, parve kir û ev tişt ragihandin: “Em pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê bi namzetê xwe yê hevpar, wê tevlî hilbijartina serokkomariyê bibin û deriyê me ji tu diyalog û muzakereyan re jî negirtiye. Tifaqa me wê desthilatdariya heyî têk bibe, avakirina vê rejîmê rawestîne, wê pêşerojek a demokratîk û kedê ava bike. Tifaqa me dîroka hilbijartinê jî berçav girt û gelê me bê rê û rêbaz nahêle. Li gorî şert û mercên xwe, em ê navê namzetê xwe yê ji bo hilbijartina serokkomariyê, di nava demek kurt de bi raya giştî re parve bikin.”

Di civînê de, têkildarî hilbijartinên parlamentoyê jî hat destnîşankirin ku ji bo bi awayek herî bi reng, giştî û dînamîk di meclîsê de nûneriya Tifaqa Ked û Azadiyê bê kirin, wê xebat bên meşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di atmosferek a ku qedexeyên grev û siyasî, zext û şîdetên ku her diçin zêde dibin de, wê têkildarî pêvajoya hilbijartinê û ewlehiya sindoqan, xebatên hevpar ên bi beşên civakî re bên bilezkirin û hîn bêhtir bên berfirehkirin.