"Ti al nikare vê êşê binixumîne"

"Ti al nikare vê êşê binixumîne"

Dayika leşker Tellî Çîftçî di çalakiya bi navê “Dayik li ser aştiyê diaxivin” peyivî û destnîşan kir, ku ti al nikare vê êşê binixumîne. Çîftçî got, “ÊdÎ bes e, bila ev êşên dayikan bi dawî bibin.”

Komeleya Elewiyên Demokratîk a Azad, di roja dayikan de çalakiyek bi navê “dayik li ser aştiyê diaxivin” lidar xist.

Çalakiya li taxa Gazî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir . Di çalakiyê de dayika leşker Tûncay Çîftçî, ku ji ber neçariyê çûbû leşkeriyê û bi gumanbar hatibû kuştin Tellî Çîftçî, dayika gerîla Battal Bayar Hanîfe Bayar, malata gerîla Şahîn Can û Haci Can, dayika Samî Pîronoglû Naciye Pîronoglû û dayika Zeynep Poyraz a di komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest da Menekşe Poyraz, amade bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Azad Elmas Çalişkan hat kirin û got, “Dayik ji bo me pîrozmend in, ji ber ku dayik hilberînere, ji ber ku dayik ax e, ji ber ku dayik aştî ye.” Çalişkan da xuyakirin, ji bo li hestên dayikan ên li ser pêvajoyê guhdarî bikin, wan ev çalakî lidar xistine.

“BILA ÊDÎ AŞTÎ WERE”

Li dû Çalişkan dayika gerîla Naciye Pîronoglû mafê axaftinê girt û bi zimanê xwe yê dayikê got, “Em dayik in, bila ti dayik negirîn. Ne dayika leşker û ne jî ya gerîla bila negirîn. Bila êdî aştî were.”

Dayika gerîla Hanîfe Bayar jî bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir, ku aştî wê bi xêra wî were.

Dayika leşker Tellî Çîftçî jî bi gotina “Ti al nikare vê êşê binixumîne” dest bi axaftina xwe kir û weha peyivî; “Gelekî zor e mirov behsa vê êşê bikin. Elewî, Kurd an jî Tirk, beriya her tişî hesta dayiktiyê girîng e. Kurê min jî ji ber rewşenbîr bû Elewî bû hat kuştin. Min ew xemiland û şand leşkeriyê, lê wan ew xistin darbestê û ji min re şandin. Êdî bes se, bila aştî were, êşa dayikan bi dawî bibe.”

Dayika Zeynep Poyraz a di komkujiya Gaziyê de hat kuştin, Menekşe Poyraz behsa şeva kuştina keça xwe kir; “Zeyneba min keçeke Kurd bû, şoreşgerek bû. Dewletê zanîbû zarokên me şoreşger bû, Kurd bû. Li Sariyerê dimam. Bi şev min rakir, got êrişî Gaziyê hatiye kirin, kalê Halîl hatiye kuştin. Got; em biçin Gazî yê. Min nexwest biçe. Dûre em bi hev re çûn. Wê şevê ew kuştin. Dewletê ew kuşt. Êdî bes e, bila aştî were, biratî bi ser keve.”

Xuşka gerîla Meryem Peker jî  xwest, ji bo aştiyê bi taybetî jin gelekî bixebite. Peker diyar kir, ku hînê cenazeyê xuşka wê nedane û got, “Dayika min bi wê êşê dijî. Beyî dayika min jiyana xwe ji dest bide, ez dixwazim cenazeyê bira-xuşk min jê re bînim. Bila dayika min cara dawî bibîne.”

Di çalakiyê de her weha êrişên bombeyî yên doh ên li Reyhanliya Hatayê jî hatin şermezarkirin.

Çalakiyê bi xwendina helbestan û gotina stranan dewam kir.