TGS: Hêjmara rojnamegerên girtî giha 72 kesan

TGS: Hêjmara rojnamegerên girtî giha 72 kesan

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) diyar kir ku, bi girtina Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Sadiye Eser hejmara rojnamegerên girtî derket 72 kesan.

TGS'ê têkildarî girtina Nûçegihan Rojnamegeya Evrenselê Sadiye Eser ya ku li Stenbolê di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatibû binçavkirin û pişt re hate girtin daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi Sadiye Eser re hejmara rojnamegerên di girtîgehê de giha 72'an. Hate zanîn ku, di lêpirsîna dozgeriyê ya Sadiye Eser de pirsên têkildarî nûçeyên şopandin jê hatin kirin. Di lêpirsînê de ji Eser, 'Hûn çima tevlî bernameya BDP'ê ya biboneya Roja Aştiya Cîhanê bûn? Çima hun çûne çalakiya bi armanca şermezarkirina astengkirina parêzerên Abdullah Ocalan? Çima tû tevlî pîrozbahniyên Newrozê bû? pirsan hatin kirin. "

‘EM PÊKANÎNÊN WISA ŞERMEZAR DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin Eser bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, hemû bernameyên Eser bi armanca nûçeyê şopandin li gorî îfadeyên "şahidê nepen" hatin nîşandan û di dema bernameyê de "wêneyên" wê hatin kişandin û ev yekê jî gûmana "şahidê nepen" hêzên ewlehiyê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, xebatên Eser yên di çarçoveya xebatê de hatin kirin weke "xebatên rêxistinê" hatin nîşandin, li dijî azadiya çapemeniyê û ramane, her wiha, wiha hate gotin: "Em pêkanîna mafê gel yê ragihandinê asteng dike û rojnamegeriya serbixwe û azad asteng dike şermezar dikin. Em dixwazin daxwaznameya Sadiye Eser ya îtîrazê bê qebûlkirin û demildest serbest bê berdan. Em careke din bang li meclisê dikin, bila hemû hempişeyên me serbest bên berdan û astengiyên li pêşiya azadiya raman bên arkirin."