Tezkereya şer û dagirkeriyê li meclîsê ye

Tezkereyên wextên êrîşên derveyî sînor ên li ser Iraq û Sûriyeyê zêde dike, pêşkêşî meclîsê hate kirin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê planên xwe yên li dijî polîtîkayên şer û dagirkeriyê didomîne.

Tezkereyên Serokkomariyê yên wextên êrîşên derveyî sînor ên li ser Iraq û Sûriyeyê zêde dike, pêşkêşî meclîsê hate kirin. Di van tezkereyan de tê xwestin ku bila wexta mayînê ya artêşa Tirk a li Lubnanê ku di bin Hêza Peywira Demdemî ya Neteweyên Yekbûyî de ye (UNFIL) û wexta beşdariya li tevger û mîsyonên li Komara Efrîkaya Navîn a Neteweyên Yekbûyî jî salekê were dirêjkirin.

Tê payîn ku wê hefteya pêş ev tezkere li Desteya Giştî ya Meclîsê werin dengdan.