'Tevlîbûna li çalakiyê nabe nesîbê her kesî'

"Beriya biryarê bidim bi hevsera xwe re axivîm. Wê jî got ji ber zarokan wê zehmet be. Min jî nêrîn û hestên xwe anî ziman. Mala wê ava, hurmet nîşan da û got ku her tim bi min re ye. Ez kêfxweş im ji ber ku li vir im."

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 53'an de ye. Yek ji çalakgeran Ayvaz Ece ye ku sala 1974'an li gundê Varna yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye.

Ece anî ziman, bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew êdî li her deverê dikarin bi rehetî bêjin 'Em Kurd in' û got, "Ji ber ku bi vê têkoşînê re her kesî xwe nas kir. Ev yek jî bi saya Rêber Apo bû. 20 sal in Rêber Apo li zindanê ye û em nikarin xwedî li Rêberê xwe derkevin. Dema ku em hewl didin tiştekî bikin jî, têrker nabe."

Ece diyar kir, ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çi bikin kêm e û wiha dewam kir: "Rêber Apo ji bo me, ji zarokên me têdikoşe. Rêber Apo dikeve 70 saliya xwe û 20 sal in li girtîgehê ye. Divê em Rêber Apo bi tenê nehêlin. Ev yek tê wateya xwedîderketina li xwe. Eger em xwedî li xwe dernekevin, em xwe nas nekin, em ê nikaribin Rêber Apo nas bikin. Eger em ji bîr bikin bê ji ku hatine, em ê nikaribin wî fêhm bikin. Tevlîbûna li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger nabe nesîbê her kesî. Sekneke bi rûmet û bi hest e. Ez hevrêyên îradeya xwe dane vê sekna dîrokî pîroz dikim."

Ayvaz Ece diyar kir, tevlîbûna li çalakiyê biryara wî bi xwe ye û got, "Min bi xwe biryar da û hinek hevalan jî hewl dan min ji biryara min vegerîne. Gotin, 'Tu zewicî ye, 3 zarokên te hene, zarokên te biçûk in'. Min jî ji wan re got, biryara min eşkere ye. Eger niha nikaribim ji Rêbertî re bibim bersiv, ez ê kengî bibim bersiv. Min ji wan re got ku ev biryar ji bo min firsendek e. Beriya biryarê bidim bi hevsera xwe re axivîm. Wê jî got ji ber zarokan wê zehmet be. Min jî nêrîn û hestên xwe anî ziman. Mala wê ava, hurmet nîşan da û got ku her tim bi min re ye. Ez kêfxweş im ji ber ku li vir im."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA