Tevgera Ekolojiyê ya Tirkiyeyê yekîtiya xwe pêk tîne

Tevgera Ekolojiyê ya Tirkiyeyê yekîtiya xwe pêk tîne

Meclîsa Ekolojiyê ya ku beriya demeke ji tevlÎbûna 32 rêxistinên ekolojiyê ji bo ku Tevgera Ekolojiyê ya Tirkiyeyê bikin yek ava bû li pêkanîna 1'emîn Civata Giştî fermî bû. Beyza Ustun bi gotina "Sermaye bi talankirina qadên me yên jiyanê Wê me bêzar bike" banga ji bo yekîtiya têkoşina ekolojiyê û têkoşîna xurt bidin kir, Hevberdevka HDK'ê SEbahat Tuncel jî diyar kir ku hesasiyeta ekolojiye di hevdîtinên ku Ocalan bi dewletê re pêk tîne de sernaveke sereke ye.

32 rêxistinên ekolojiyê ku ji bo Tevgera Ekolojiyê ya Tirkiyeyê bikin yek xebat dan destpêkirin Meclîsa Ekolojiyê ava kirin. Meclîsa hate avakirin bi 1'emîn Civata Gişti ve avakirina xwe kir fermî. Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, EGEÇEP, TURÇEP, DOGADER, Platforma Hawirdorê ya ÇanAkkaleyê, Komeleya Ekolojiyê, Baroya Enqereyê, Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmak, hin tevgerên ekolojiyê yên Deryaya reş jî di nav de beşdarî civîna li Navenda Giştî ya Tum Bel Sen'ê hate lidarxistin bûn. Her wiha Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu û gelek kesên din jî beşdarî civînê bûn.

Di Civata Giştî ya ku bi rêzgirtinê destpê kir de axaftina vekirinê endama komîsyona amadekar Nurcan Sonuç kir û anî ziman ku ew ê xeteke hevpar diyar bikin, bi parastina xweseriya herêmî dê têkoşîneke bi bandor û xweş bidin. Piştî axaftina vekirinê ji bo dîwanê Ozlem Bayat, Nurcan Sonuç û Yavuz Onen hatin hilbijartin. Piştre li ser têkoşîna ekolojiyê sînevîzyon hate nîşandan.

Yavuz Onen di axaftina xwe de bal kişand ser texrîbat û qetlîamên hawirdorê û tespîta "têkoşîna ekolojiyê û têkoşîne çînî ketin nava hev" kir. Onen anî ziman ku qetlîamên di dema hikûmeta AKP'ê de hatine kirin "di fitrata îktidarê de heye." Onen axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rêxistinbûna me bi rêxistinbûna bi gelê me re ye. Li şûna em aqil bidin wan bi pêşengiya wan têkoşîn meşandine."

JIYAN ZEHMET Û GIRAN TÊ

Beyza Ustun a ku bi gotinên "Di pêvajoya ku em li Kobanê canên xwe winda dikin, li Ermenekê canên me dikevin axê jiyan ji bo me zehmet û giran tê" dest bi axaftina xwe kir destnîşan kir ku gel gotina xwe ya siyasî kiriye û ew jî vê yekê bidomînin. Ustun bal kişand ser têkoşînên ekolojîk ên li Tirkiyeye yek bi yek tê dayîn û wiha berdewam kir: "Her yek ji me têkoşîna xwe li gorî xwe bi awayekî cuda meşand, bêyî daxwaza xwe me hevdu kir ên din." Ustun anî ziman ku ji ber vê yekê hevkarî girîng e. Ustun bi berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Hevsel wê ji bo TOKÎ'yê bê vekirin, Ilisu-Yusufelî wê ji sermayeyê re pêşkêş bikin, rêyên zozanan de bên çêkirin û dewrî şîrketên madenan bên kirin. li Trakyayê ji ber gaza kevir wê erdê serobino bikin. Wê di demeke nêz de vê yekê bikin. Em dizanin em ê berdêlên giran bidin û didin jî. Li hemberî vê yekê sekn li hevrebûnê, bihevre hereket kirinê derbas dibe ji bi lî vê yekê ti şansê me nîn e. Tekane şerta me ew e ku şîrket nikarin di nava me de cih bigirin. Di vê meclîsê de wê organeke jor nebe, wê kesek ji kesekî din re nebêje wiha bike, wiha neke, em ê bi hev re biryarê bidin."

EKOLOJÎ YEK JI SERNAVÊN MUZAKEREYÊ NE

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî di axaftina kir anî ziman ku ew ê wekî HDK biryarên ku wê meclîs bigire ji bo xwe bikin peywir û ji bo derbasî jiyanê bikin berpirsyariyê bigirin ser milên xwe. Tuncel bilêv kir ku divê têkoşîna ekolojî bê siyasîkirin û bi gel re bê meşandin. Tuncel destnîşan kir ku di nîqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd de yek ji sernavên girîng mijarên ekolojîk e.Tuncel derbirî ku wan derveyî modernîteya kapîtalîst bi gotina jiyaneke din pêkan e derketine rê û Wê têkoşînê bibin rojeva meclîsê.

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî berdewam dike de 2 rûniştan pêk hat û Wê mijarên têkoşîna ekolojiyê bê xurtkirin bên nîqaşkirin. Piştî Civata Giştî çavlirê ye encamname bê weşandin.