TEV-DEM: Serketina Şengalê serketina Rojava ye
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê rizgarkirina Şengalê li gelê Êzîdî pîroz kir û bal kişand ku serketina Şengalê serketina Rojava ye û rizgarkirina wê jî rizgarkirina Holê ye.
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê rizgarkirina Şengalê li gelê Êzîdî pîroz kir û bal kişand ku serketina Şengalê serketina Rojava ye û rizgarkirina wê jî rizgarkirina Holê ye.
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê rizgarkirina Şengalê li gelê Êzîdî pîroz kir û bal kişand ku serketina Şengalê serketina Rojava ye û rizgarkirina wê jî rizgarkirina Holê ye. TEV-DEM ji civaka Êzidî daxwaz kir ku vegere warê xwe û ji nû ve jiyana xwe ava bike.
Bi munasebeta rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ve, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da raya giştî û civaka Êzidî bi serketina wan a li dijî terorê pîroz kir.
TEV-DEM’ê bang li gelê Êzidî kir ku asta xwe ya rêxistinî bilind bikin û bi awayekî zêde beşdarî nava refên YPŞ’ê bibin û got: “Di şer de YBŞ’ê li hember çeteyên DAIŞ’ê xwe îsbat kir û ew têk birin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Rastiya rizgarkirina Kobanê û îro jî rizgarkirina Şengalê îsbat kir ku bi bedelên mezin serkeftinên mezin tên bidestxistin. Di rewşên zehmet de şopandina xeta berxwedanê riya rast a îradeya gelên azad e.
Îro dema ku em bi rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê kêfxweş dibin, em zêdetirî 200 şehîdên leheng ên YPG’ê, YBŞ’ê û HPG’ê yên ku di dema hêzên pêşmergeyên PDK’ê herêm terk kirin û çarenûsa sedhezaran Êzidiyan di zimeta çeteyên DAIŞ’ê de terikandin, ew ketin Şengalê û li ber xwe dan, bibîr tînin. Gelê Rojava jî bi hemû pêkhateyên xwe ji bo ku alîkariyê pêşkêşî Kurdên Êzidî yên ku di korîdora ewlekariyê ya ku ji aliyê YPG/YPJ’ê ve hate vekirin û derbasî Rojava bûn, bike rabû ser piyan. Gelê me yê welatparêz û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo xelaskirina jiyana van koçberan û bicihkirina wan li cihên ewle li Rojava hemû pêwîstî pêşkêş kirin.”
Di berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM’ê de hat destnîşankirin ku Rojava, Şengal wekî bajarekî xwe dîtiye û rizgarkirina wê wekî erk girtiye ser xwe.
TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Tevî rewşa şer ku me jiya, hîn jî hem li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û tevî dijwariya êrîşan me Şengal weke bajarê Rojava dît û rizgarkirina wê erka xwe dît. Ji ber vê yekê me ji bo wê berdêlên mezin dan. Me ji bo piştgirtdayîna berxwedêran li wir ên ji lehengên YBŞ’ê û sivikkirina zexta êrîşan li ser dijî sivîlên ku xwe di çiyayan de parastin, bi dehan têkoşer dan. Hêzên Rojava ku YPG/YPJ’ê temsîla wê dike, li dirêjahiya sînorê Şengalên derben giran li çeteyan xistin û êrîşên wan tine kirin. Her wiha korîdora di navbera Rojava û Şengalê ya ji bo gihandina alîkariya tibî ji bo welatiyên li herêmên di bin kontrola HPG’ê û YBŞ’ê de mabûn, hate vekirin, parastin. Pêşmergeyan di bin zextên hesabên siyasî û berjewendiyên partiyane yên teng de Şengal terk kirin. Ew jî bû sedema ku trajediya mezin di sed sala dawiyê de pêk were. Heta niha çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e û ji bilî rewşên tecawizkariyê, bi sedan ji wan bi destên çeteyên DAIŞ’ê hatin serjêkirin. Bûyerên bi vî awayî di dîroka Kurdan de kêm tê dîtin. Ji ber îsrarkirina hêzên siyasî û partiyane ku PDK’ê temsîla wan dike, li ser derengmayîna rizgarkirina Şengalê ku xwe dispêre berjewendiyên partiyane yên teng, vê trajediyê dewam kir. Tevî ku berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê HPG’ê û YBŞ’ê ve didomiya û domdar bang li pêşmergeyên dikirin ku beşdarî vê berxwedanê bibin. Lê PDK’ê karê hevbeş red kir û astengî derxistin. Ew jî bû sedema ku rizgarkirina Şengalê dereng bimîne û hejmarên zêde ji têkoşeran ji aliyê van hêzan ve bêne dayîn. Em li banga serketina lehengên xwe yên li Şengalê bûn. Ji bo vê jî em vê serketinê serketina Rojava dibînin û rigarkirina wê jî weke rizgarkirina Holê dibînin.”
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di dawiya daxuyaniyê de rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê li civaka Êzîdî, Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedanan Şengalê pîroz kir û got ku serketina Şengalê serketina Rojava ye û rizgarkirina wê jî rizgarkirina Holê ye. TEV-DEM’ê bang li civaka Êzîdî kir ku cardin vegerin ware xwe Şengalê û ji nû ve jiyana xwe ava bikin.