Terora dewletê ya li Farqînê li Dusseldorf hat protestokirin
Terora dewletê ya ev 9 roj in li navçeya Farqîn a Amedê didome li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Terora dewletê ya ev 9 roj in li navçeya Farqîn a Amedê didome li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Terora dewletê ya ev 9 roj in li navçeya Farqîn a Amedê didome li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Kurdistaniyan li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û tevgera jinên Kurd derketin kolanan. Elmanan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de belavokên Elmanî hatin belavkirin û komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Dewleta qatil, ji Kurdistanê bicehime”, “Faşîst Erdogan” hatin gotin. Çalakiya li ber stasyona ternê wê heta saet 18.00’an bidome.
Di heman saetan de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê jî çalakî hat lidarxistin.