Temellî serdana esnafan kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Esenlerê serdana esnafên halê kir. Temellî got, "Di 31'ê Adarê de em desthilatdariyê tevî qeyûmên wan ji holê rakin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Esenlerê serdana esnafên halê kir. Temellî got, "Di 31'ê Adarê de em desthilatdariyê tevî qeyûmên wan ji holê rakin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Esenler a Stenbolê serdana esnafên li hala fêkî û zebzeyan kir.
Temellî yek bi yek li esnafan geriya û hêvî kir ku karê wan baş derbas bibe. Esnafên halê jî, dem bi dem Temellî rawestandin û pê re wênê kişandin. Temellî piştî demekê bi esnafan re rûnişt, çay vexwar û sohbet kir.
'SEDAMA HEMÛ PIRSGIRÊKAN EV DESTHILATDARIYÊ'
Temellî li vê derê daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbû ya Leyla Guven a 112 roj in dewam dike. Temellî diyar kir ku li Ewropa û girtîgehan mirov di greva birçîbûnê de ne û dixwazên qanûn bên bi cih anîn. Temellî da zanîn ku heya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike, wê bêhiqûqiya heyî li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe û wiha got: "Em diçin ku derê vê dibînin. Îro me li vê derê jî ev bêhiqûqî dît. Li welat çi dema pirsgirêkek derbikeve holê, fatûreya wê li esnaf û cotkaran dibirin. Hewl didin wan weke sûcdar nîşan bidin. Lê di rastiyê sedama hemû pirsgirêkan ev desthilatdarî bi xwe ye. Lê desthilatdar bi israr sedema pirsgirêkên heyî di çotkar û kedkaran de digere. Tu dibêjî qey esnafan mazot giran kiriye û çotkaran çandinî qedandiye. Bes êdî hemû kes jî dizane ev yek ne wisane.”
'BI POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ BI RÊ VE DIBIN'
Temellî anî ziman ku çandiniya Tirkiyeyê heta bêje têra welat dike û wiha bilêv kir: "Ne tenê têra welat dike, têra Ewropayê jî dike. Li hemberî çandiniyê polîtîkayên şaş bi rê ve dibin. Her ku em vê dibêjin êrîşî me dikin, çotkar û esnafan weke teror dibînin. Ma çawan çêbû hemû memleket ne terorîste. Em dizanin ku bi vê dixwazin têgînek çawan ava bikin."
'EM Ê ÇI JI BIHAYÊ GULEYAN BIKIN'
Temellî, da zanîn ku cihên firotina tenzîmê ji bo girtina çavane û wiha pê de çû: "Êdî dem hatiye ku em ji vê şaşiyê re bêjin êdî bese. Divê em cotkar, karker, qemyonvan û esnaf bên gel hev. Ji me hemûyan didizin. Dema em li dijî vê dengê xwe derdixin û li mafê xwe digerin, ji me pirsa 'Gelo agahiya we ji bihayê guleyan heye' dikin. Em ê çi ji guleyan û bihayê guleyan bikin. Em guleyan naxwin. Tu karê me bi guleyan, topan, tifingan û S-400’an nîne. Em aştiyê dixwazin. Ji xwe dema aştî hat welat, emê li ser van tiştan ne axivin. Ger hûn ji serê sibê, heya danê êvarî behsa şer bikin û hemû budçeya xwe ji çekan re veqetînin, wê encam jî tunebûna xurekê be. Wê mirov wisan bibin xizanê xwarinê."
'EM Ê BI HEV RE DAWÎ LI VÊ BÎNIN'
Temellî destnîşan kir ku li gel hemû pirsgirêkan jî, bi şev û roj êrîşê HDP'ê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desthilatdarî dixwaza li ser HDP'ê têgînên şaş bide avakirin. Vaye em li vê derê ne. Di saetên sibê yên zûde em hatin vê derê. Me bi esnafên halê re, hal vekir. Em bi esnafan re axivî, hemû kes bi derdin. Em ê bi hev re dawî li vê bînin. Em bi hev re ji vê tabloya reş û tarî derbikevin. Divê em bi hêvî bin. Divê em karker, kedkar û esnaf bên gelhev û xwe ji tifaqa Komarê ya li serê welat bûye bale xelas bikin. Werin em di 31'ê Adarê de de em desthilatdariyê tevî qeyûmên wan ji holê rakin."