Temellî: HDP wê bi 180 wekîlan li meclîsê vegere

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ji gelê Rihayê re axivî û got, "HDP wê bi 180 wekîlan li meclîsê vegere. Daxwaza wan a dîktatoriyê wê di ber wan de bimîne."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya karê xwe yê hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Rihayê bi kêf û xweşî hate pêşwazîkirin.

Temellî destpêkê li navenda Ozan Kirvar a li pêşiya navçeya Sêweregê hate pêşwazîkirin û piştî gera li navçeyê ji hezaran kesî re axivî. Temellî got, "Piştî 24'ê Hezîranê wê AKP tine be" û berê xwe da navçeya Wêranşarê. Li sûka Wêranşarê ji hezaran kesî re peyivî û ber bi Serêkaniyê ve bi rê ket. Li Serêkaniyê tevî astengiya polîsan jî li ber buroya hilbijartinê ji gel re axivî. Piştî axaftina Temellî polîsên Tirk êrîş birin ser girseya gel û gelek kes destgîr kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dûre berê xwe da navenda Rihayê û li navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya li Karakopruyê bi coş hate pêşwazîkirin. Namzetê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan destpêkê axivî û destnîşan kir ku li Rihayê desthilatdarî diheje.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku ew hefteyê rojan, 24 saetan dixebitin û got, "24'ê Hezîranê em ê di sindoqê de bersivê bidin wan." Temellî işaret bi rakirina sindoqên li hin herêman kir û anî ziman ku ew sindoqan bi ku ve bibin jî wê dengê xwe bidin.

Temellî destnîşan kir ku benda li pêşiya wan hatiye danîn benda faşîzmê ye û wê bendê hilweşînin. Temellî got, "HDP wê bi 180 wekîlan li meclîsê vegere. Ew daxwazên wan ên dîktatorî wê di ber wan de bimînin."

Temellî wê îro danê sibehê berê xwe bide Semsûrê.