Têkildarî teqîna li Reyhanliyê qedexeya weşanê

Têkildarî teqîna li Reyhanliyê qedexeya weşanê

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Reyhanliyê têkildarî teqîna duh li Reyhanliyê rû da, nûçeyên dîmen, nivîskî û înternetê qedexekir.

Serdozgeriya Komarê ya Reyhanliyê têkildarî teqîna duh li Reyhanliyê rû da û 43 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn da diyarkirin ku, di weşanên dîmenkî, nivîskî û înternetê ku dîmenên cihê bûyerê, birîndar û miriyan kişandine, her wiha hatiye tesbîtkirin evane “delîlin” hate daxwazkirin ku weşan bê qedexekirin.

Dadgeha Cezayê Sulh ya Reyhanliyê daxwaz nirxand û biryara qedexeya weşanê da.