Tecrîd li Toûloûse hate şermezarkirin
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin.
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Girseya gel saet di 17:30 de li meydana Capîtolê li hev civiya û piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, dest bi meşê kir.
Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Çareseriya siyasî ji Kurdistanê re" û "Bijî Seork Apo" piştî meşa li nava bajêr li meydana Capîtol vegeriya û li vir mîtîngek lidar xist.
Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Toûloûse Alî Ataç li vir axivî û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bîrdozî û felsefeya wî wê gelemperiya Rojhilata Navîn ronî bike, ev 18 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Divê em vê rewşê qebûl nekin."
Ataç destnîşan kir, ku gelê Kurd nema dikare xwe li vê yekê rabigire. Piştre belavoka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê hate xwendin.
Di belavokê de bang li Yekîtiya Ewropa û hemû dewletên Ewropayê hate kirin, ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.