Tecrîd li Mannheîmê hate şermezarkirin

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin.

Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan li hev civiyan. Girseya gel ji ber Akademiya Mannheîmê heta Alte Feûerwacheyê meşiya.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.

Serokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Cano Yildiz li vir axivî û got, "Xwedîderketina li Serok Apo cihê serbilindiyê ye." Yildiz destnîşan kir, ku heta azadiya Ocalan ew ê li qadan bin û got, "Em ê bêdeng nebin, em ê nebetilin."

Yildiz bal kişand ser talankirina xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û anî ziman, ew rûyê qirêj ê AKP'ê careke din teşhîr dikin.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî li vir axivî û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Ew nebe, nabe." Goksûngûr bi dewamî got, "Dema mijar azadiya Ocalan be em ê guh nedin ti zîhniyeta qedexekar. Çawa ku AKP Kurdan krîmînalîze dike, li Elmanyayê jî sembolên me, welatparêzên me tên krîmînalîzekirin."

Namzetê parlamenteriyê yê Dîe Lînke Gokay Akbûlût jî li çalakiyê axivî û destnîşan kir, ku divê beriya her tiştî qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Akbûlût got, "Em dixwazin Ocalan tavilê azad bibe."

Nûnerê Partîzan jî peyamek li mîtîngê xwend.

Di meş û mîtîngê de girseya gel timî dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya û pankartên li ser azadiya Ocalan hilgirt.

Endamên DÎDF, AGÎF, ADHK, Partiya Şoreşger, SYKP, Dîe Lînke û MLPD jî beşdarî çalakiyê bûn.