Tê gotin ku meqama Serokatiya Meclîsa Iraqê hatiye firotin

Ji bo Serokatiya Meclîsa Iraqê waliyê berê yê Anbarê Mûhammed Helbûsî hate hilbijartin. Lê tê gotin ku meqama serokatiyê hatiye firotin.

Tevlîheviya siyasî ya li Iraqê ku piştî hilbijartinên giştî yên 12'ê Gulanê dest pê kir mezin dibe. Bi hinceta ku fen di hilbijartinê de hatiye kirin, deng gelek caran jinûve hatin jimartin. Niha jî hilbijartina Serokatiya Meclîsê di rojevê de ye. 

Hilbijartina Serokatiya Meclîsa Iraqê roja 15'ê Îlonê hate kirin. Lê belê heman piştî hilbijartina serokatiya meclîsê, îdîayên bertîlê ketin rojevê. Wezîrê berê yê parastinê û namzetê Serokatiya Meclîsê Halîd Ûbeydî ku nehat hilbijartin, heman piştî hilbijartinê îdîa kir ku meqamê Serokatiya Meclîsê bi 30 milyon dolarî hatiye kirîn.

Halîd Ûbeydî ku Serokê Koma Ala NA ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û îdîa kir ku meqamê Serokatiya Parlamentê bi 30 milyon dolarî hatiye kirîn. Ûbeydî eşkere nekir bê kî li pişt vê bertîlê ne. Lê belê xuya ye ev îdîa wê bibe mijareke nîqaşê di siyaseta Iraqê de.