TDÎ: Dewlet nikare îradeya girtiyan teslîm bigire!

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk a Navneteweyî, li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyanî da û got ku dewleta nikare îradeya girtiyan teslîm bigire.

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk a Navneteweyî li Qada Îskele ya Kadikoy a Stenbolê daxuyanî da. Daxuyanî di bin dorpêça polîsan de hate dayîn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum, dayikên xizmên girtiyan, gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê pankart û dovîzên li ser hatibû nivîsîn “Azadî ji bo girtiyên polîtîk” hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana girtîgehan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Ji hundir û ji derve hucreyan parçe bike” hatin berzkirin.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum axivî û bal kişand ku girtiyên şoreşger ên li Tirkiye û gelek welatên din, tenê ji ber ku edalet, wekhevî û aştî xwestine li girtîgehan tên girtin. Gulum got ku êşkence û tecrîd her roj li gitîgehan didome.

Di daxuyaniya li ser navê TDÎ’yê hat dayîn de jî, hat destnîşankirin ku dewlet çiqasî hewl bide îradeya girtiyan teslîm bigire jî, wê bi sernekeve.