Taşdemîr: Desthilatdarî di nava man û nemanê de digevize

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, AKP zane ku heta HDP'ê û daxwaza azadiyê ya Kurdan tune neke nikare hebûna xwe bidomîne û destnîşan kir ku desthilatdarî di nava meseleya man û nemanê de ye.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nerazîbûn nîşanî destgîrkirina endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û parlamenterên berê û diyar kir ku êrişên li dijî HDP'ê tesadûfî nînin. Taşdemîr anî ziman, desthilatdarî ji bo tunekirina HDP'ê her tiştî dike û got, havênê demokrasiya li welêt HDP ye.

Taşdemîr diyar kir ku hem li siyaseta navxweyî hem jî li siyaeta navneteweyyî rewatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê nemaye û got, "Tecrûbeya têkoşîna 7 salan a HDP'ê ku xwe spart daneheviya dîrokî, nîşqan da ku desthilatdariyên ji bo wan dihate gotin ku tê naçe, ji hev dikeve û qalibên wan ên îdeolojîk ên li hev çêkirî, dijminatiya li civakê ye. HDP li hemberî desthilatdariyê mîna neynikekê ye. Desthilatdariya ku di nava man û nemanê de digevize, zane ku heta HDP'ê û daxwaza azadiyê ya Kurdan tune neke nikare hebûna xwe bidomîne."

'DESTHILATDARÎ NIKARE GEL QANIH BIKE'

Taşdemîr bi bîr xist ku her kesên daxwaza azadiyê dikin dibin hedef û desthilatdarî bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Taşdemîr gaihand, desthilatdariya AKP'ê di vê oxirê de rêbazek nemaye ku neceribandiye û got, "Li gel vê yekê jî rastiyeke HDP'ê heye ku natepise, serî natewîne, di mafê xwe de israr dike û li kolanan, girtîgehan, li meclîsê rewatiya xwe diparêze.

Her ku êriş dikin sûc dikin, her ku sûc dikin êriş dikin. Li gel rêbaz, argûman û hêza çapemeniyê ya şer, nikare gel qanih bikin. Civak bi xurtî pê bawer e ku HDP havênê demokrasiya welêt e. Lewma tiştekî tesadûfî nîne ku êriş li dijî beşên berxwedêr ên civakê, li dijî HDP'ê û li dijî jinan tê kirin.

Li her devera ku têkoşîna jinê heye yanî li her qada ku jiyan lê heye, daxwaza azadî, wekhevî û edaletê li gel jinan diafire. Êrişên li dijî jinê xwedî piştperdeyeke dîrokî ye. Li hemberî vê têkoşîna bi biryar, rêyeke din a dîlgirtina civakê jî tepisandina têkoşîna jinê ye. Têkoşîna jinê têkoşîneke zîhniyetê ye û desthilatdarî naxwaze vê zîhniyetê biguherîne."

RIZANDINA LI NAVA CIVAKÊ

Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku desthilatdarî hewl dide bi rêya krîzê welêt bi rê ve bibe, gav bi gav lawaz dibe û got, "Dema ku em îro bala xwe didin dibînin ku mirov nikarin li welêt qala destûra bingehîn, hiqûq, edalet û demokrasiyê bikin. Li nava civakê rewşeke dejenerebûnê û rizandinê heye. Li Wanê du gundiyên Kurd ji helîkopterê hatin avêtin, yekî ji wan jiyana xwe ji dest da. Li welatekî ku sîstemeke herî biçûk a hiqûqê lê heye, ev rewş wê bibûya sedema rabûna ser piyan. Lê demê dema ku mirov bala xwe didin ser welêt, dibînin ku ev yek weke nîşandana hêzê tê pêşkêşkirin û peyam ji civakê re tê dayin. Ev yek nîşan dide ku ev desthilatdarî çiqasî lawaz bûye, di nava civakê de qîmetê xwe nemaye. Li nava siyaseta navxweyî û li qada navneteweyî rewa nîne."