Taloke heye ku Gulperîpûr were darvekirin
Taloke heye ku Gulperîpûr were darvekirin
Taloke heye ku Gulperîpûr were darvekirin
Girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbûlah Gulperîpûr ji Girtîgeha Simnanê veguhestin cihekî nediyar. Hate diyarkirin ku, taloke heye Gulperîpûr were darvekirin.
Rewşa girtiyê siyasî yê kurd Hebîbullah Gulperîpûr ku di bin tehdîda davekirinê ya rejîma Îranê de ye, nayê zanîn.
Li gorî agahiyan, Hebîbullah Gulperîpûr ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin. Hebîbullah Gulperîpûr payîza sala 2009ê li bajarê Mehabad ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû desteserkirin.
Piştî êşkenceyek giran a hêzên Îtlaata Îranê, buhara sala 2010’ê bi tohmeta muharib, ango dijminahiya xwedê û endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAKê cezayê darvekirinê li Hebîbullah Gulperîpûr hatibû birîn.
Li gorî agahiyên dawî, hêzên rejîmê Hebîbullah Gulperîpûr ji girtîgeha Siman veguhestine cihekî nediyar û ji ber cezayê wî ji aliyê dadgeha bilind a rejîmê ve jî hatiye erêkirin malbat û hevalên wî bifikarin ku ew were darvekirin.
Li gorî qanûna heyî ya Komara Îslamî ya Îranê, girtiyek ku cezayê wî ji aliyê dadgeha bilind ve hatibe erê kirin, dikare her kêliyê were darvekirin.
Rejîma Îranê beriya niha jî gelek girtiyên siyasî yên Kurd bi dizî darvekirin. Kadroyê PJAKê Husên Xizrî - Hêmin Urmiye jî bi dizî hatibû darvekirin, piştî darvekirina wî bi 10 rojan raya giştî ji hovîtiya rejîma Îranê agahdar bibû.