TAK'ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir

Rêxistina Teyrên Baz ên Azadiyê yên Kurdistanê (TAK) ragihand, şervana wan Rojîn Serhildan 10'ê Mijdarê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya rêxistina TAK'ê hate weşandin, Çîçek Karabûlût bi nasnav Rojîn Serhildan, li Mêrdînê di şerê dijî hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Rojîn Serhildan sala 2010'an tevlî nava refên TAK'ê bû û 24'ê Mijdara 2016'an li dijî Waliyê Edeneyê çalakiya sabotajê pêk anî.

Hat gotin, Rojîn Serhildan roja 10'ê Mijdara 2017'an li Mêrdînê li mala ku lê bû, ji ber ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate dorpêçkirin, heta kêliya dawî şer kir û ji bo bi saxî neyê girtin bombeya xwe ya dawî bi xwe ve teqand.