TŞYG: Dikarin seferê bibin ser Efrînê lê nikarin serfiraz bibin!

TŞYG’ê li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek da û got, ‘’Dikarin seferê bibin ser Efrînê lê nikarin serfiraz bibin’’

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da. TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de got bi êrîşa ser Efrînê û şoreşa Rojava koalîsyona AKP-MHP’ê ya bi pêşengiya Erdogan diyar bûye ku dijminên sereke yên gelên herêmê ne.

‘DIXWAZIN TOLA TÊKÇÛNA KOBANÊ HILÎNIN’

TŞYG’ê got,  ‘’Mezintirîn paşmêrên çeteyên Sûriyê, dewleta Tirk a faşîst heta niha bi hevkariyên xwe tişta ku dikir bike lê her carê bi ser nediket û polîtîkayên wê têk diûn niha jî ew bixwe dizwaze vê bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê pêk bîne. Dixwaze hêzên şoreşa Rojava, berxwedaniya ku îlhamê dide gelan biçewisîne. Dixwaze destkeftiyên şoreşa Rojava li cografyaya Rojhilata Navîn geş bûye, ji gelan re bûye hêvî û li ser azadîxwaziya jinê tine bike, Bakurê Sûriyê ku bi têkoşîna yekbûyî ya gelên Kurd-Ereb û gelên azad bûyî dorpêç bike û vê hevalbendiyê xira bike.’’

TŞYG’ê bi berdewamî got Tayyîp Erdogan û AKP’ya wî û hikûmeta wan ku bi têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê derba gran xwarin bi êrîşa li ser Efrînê dixwazin tola têkçûna Kobanê û Reqayê hilînin û hemû hêzên faşîst bi destekdana vê êrîşa dagirkeriyê karakterê xwe yê dijminbûna gelan nîşan dan, Kiliçdaroglu û CHP ya bi rêveberiya wî, partiyên pergalê destek dane polîtîkayên faşîst, aqil dane dîktator Erdogan û bûne şîrikê xwîna ku diherike û sûcan.

DEMA SEFERBERIYÊ YE

TŞYG’ê bi berdewamî di daxuyaniya xwe de got Efrîn dil û mewziya ji êgir a şoreşa Rojava ye, gelê Efrînê bi jin, mêr, ciwan, yixtiyaran di meşa şoreşê de cih girtine û pêşengî kirine. TŞYG’ê diyar kir ku êrîşa bi ser Efrînê de ne tenê êrîşa bi ser gelê Efrînê de ye û armanc tevahiya şoreşa Roajva ye, di serî de gelê Kurd, hemû gelên li herêmê û şoreşa herêmê di hedefa van êrîşan de ye, êrîşên li ser Efrînê êrîşa li ser azadiya jinê, gelan, zima, dîn, çandan, jiyana hevpar e.

TŞYG’ê şerê Kobanê bi bîr anî û got dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bi ser Kobanê de birin li herî pêş Erdogan ji wan re li çepkan daye, bi berxwedaniya bêhempa ya lehengî çeteyên DAÎŞ’ê hatine şikandin, bi hezaran kuştî û birîndarên wan çêbûne, paytexta wan  Reqa hatiye têkbirin û neçar mane ku birevin Dêrazorê. TŞYG'ê diyar kir bi têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê re Erdogan û rêveberiya wî jî têk çûye û bi vê hêrsa têkçûnê êrîşê bi ser Efrînê de dibin û dixwazin dagir bikin.

ŞERÊ LI DJÎ HIKÛMETA FAŞÎST PEYWIRA HER MIROVÊ BIRÛMET E

TŞYG’ê got êrîşa li ser Efrînê ne di berjewendiya gelên Tirkiyê û herêmê de ye, tenê bi armanca dirêjkirina temenê Erdogan û destilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye û ji bo ku ev plan were şikandin û hem jî ji bo şerê şerê li dijî vê hikûmeta faşîst were geşkriin, peywira hemû hêzên şoreşger e ku tevlî parastina Efrînê bibin, dagirkeran têk bibin û got, ‘’Peywira mirovên birûmet ên Tirkiyê ew e ku li dijî van polîtîkayên bi dijminatiya gel dengê xwe derxînin, derkevin kolanan, li dijî dagirkirina Efrînê û êrîşên bi ser şoreşa Rojava de têkoşînê geş bikin. Ev peywira exlaqî ya her mirovê birûmet e.’’

‘EFRÎN WEKE KOBANÎ KELEHA RÛMETÊ YE’

TŞYG’ê bi berdewamî got, ‘’Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku êrîşê bi ser Efrînê de dibe û mirovên me dikuje her çalakî meşrû ye. Xistina derba giran a  li vê koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê mirovahiyê ne, hem li Rojava û hem li Tirkiyê peywira rûmetê ya hemû hêzên şoreşger e. Efrîn weke Kobanî keleha rûmetê ye. Ji bo parastina wê, ji bo têkbirina Erdoganê faşîst û çeteyên wê, divê ciwanên Tirkiyê û Kurdistanê, jin, karker, kedar her kes sefer bibe. Mewziyên Efrînê tije bike û polîtîkayên dagirkeriya faşîst pûç bike.’’ 

‘DIKARIN SEFERÊ BIBIN SER EFRÎNÊ NIKARIN SERFIRAZ BIBIN’

TŞYG’ê herî dawî got, ‘’Ev şer şerê hikûmeta Tayyîp Erdogan e. Herî pêşî jî encamên wê wê neçar be ku ew ragire. Peywira HBDH’ê û hemû hêzên şoreşger ew e ku bi her teşe û rêbazî tevbigerin, bi şîara ‘’Dikarin seferê bibin ser Efrînê lê nikarin serfiraz bibin ji dagirkeran hesab bipirsin.’’

TŞYG’ê herî dawî got agirê ku li Efrînê ketî di serî de koalîsyona AKP-MHP’yê ya faşîst wê bikeve ‘mala’ hemû hêzên ku destek dane ve dagirkeriyê, berxwedaniya Efrînê û gelên Rojava pîroz kir û  got, ‘’Dewleta Tirk a faşîst ji Rojava bicehime!