TÎP tevlî çalakiya HDP’ê bû û CHP’ê jî serdan kir

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş tevlî çalakiya rûniştinê ya Hevserokên Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar a li baxçeyê Meclîsa Tirk dane destpêkirin bû, CHP’ê jî serdana çalakiyê kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlementerên HDP’ê bi armanca binçavkirina siyasetmedarên HDP’yî di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatin destgîrkirin protesto bike, li baxçeyê Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan baş jî beşdarî çalakiyê bû û piştevaniya HDP’iyan kir.

Parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gok û Ûtkû Çakirozer çûn serdana çalakiya HDP’ê.

Hevserok Mîthat Sancar derbarê rewşa siyasetmedarên destgîrkirîne agahî da şandeya CHP’ê.

Parlamenterê CHP’ê Levetn Gok jî di serdanê de axivî û diyar kir ku demokrasî jêvenegera partiyên siyasî hemûyan e û xwest îqtîdar demildest dest ji xeletiyên dike berde.