Swîsreyê têkildarî ‘Tirkiyeyê’ hemwelatiyên xwe hişyar kir
Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê ji bo ger û geştên li Tirkiyeyê hemwelatiyên xwe hişyar kir û got:“dibe ku we bigirin.”
Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê ji bo ger û geştên li Tirkiyeyê hemwelatiyên xwe hişyar kir û got:“dibe ku we bigirin.”
Pêkanînên rejîma AKP/MHP’ê di rojeva gelek welatan de ye.
Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê pêşniyazên xwe yên ger û geştê yên li ser Tirkiyeyê nû kir. Wezaretê hişyarî da û diyar kir ku di têketin û derketinê de û bêyî ku biryara dadgehê hebe dibe ku girtin pêk bên.
Di teksta hişyariyê ya wezaretê de bal hat kişandin ser Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê û diyar kir bêyî ku biryara dadgehê hebe dibe ku we bigirin.
Wezaretê diyar kir ku herî zêde jî yên hemwelatiyên du welatan in, di xetereyê de ne.