Saziya Koçberan a Swêdê dixwaze siyasetmedarê Kurd ê bi navê Huseyin Akpînar ku ev 22 sal e li Swêdê dijî radestê Tirkiyeyê bike.
Akpînar, di sala 1990'an de ji ber zilm û zordestiya dewleta Tirk reviyabû Swêdê. Lê belê Saziya Koçberan a Swêde daxwaza Akpînar a ji bo penabertiya siyasî qebûl nekir. Herwiha saziyê hate niha hewil nedabû ku Akpînar, bişîne Tirkiyeyê.
Di destpêka meha berfanbarê de saziya koçberan ji Huseyin Akpînarê 54 salî re nameyekî vexwandinê rêkir. Lê belê Akpînar dema çû saziyê koçberan ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û wî şandin girtingeha bajarê Flenê. Niha saziya koçberan dixwaze wî radestê Tirkiyeyê bike.
Konseya Kurd a Swêdê, li diji girtina Akpînar nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaza qebûlkirina penarbertiya wî kir. Konseyê destnîşan kir ku Huseyin Akpînar dê li Tirkiyeyê rastê îşkenceyê were. Herwiha rêxistina çep a Stop Deportation jî binçavkirina Akpînar proteste kir û xwest koçberê Kurd serbest were berdan.