Sûrçî: Şerê li Mûsilê giran dibe
Berpirsyarê YNK'ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî diyar kir, li çar taxên dawî yên Mûsilê, şerekî dijwar diqewime û got, kontrolkirina bajêr bi temamî, dibe ku hinekî din dewam bike.
Berpirsyarê YNK'ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî diyar kir, li çar taxên dawî yên Mûsilê, şerekî dijwar diqewime û got, kontrolkirina bajêr bi temamî, dibe ku hinekî din dewam bike.
Berpirsyarê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ê Mûsilê Xeyas Sûrçî anî ziman ku 4 taxên Mûsilê hê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne û şerê li vê derê bi dijwarî dewam dike. Sûrçî der barê operasyona Mûsilê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ew texmîn dikin li herêmên Mûsilê yên di destê DAIŞ'ê de ne, zêdeyî 180 hezar sivîl hene. Sûrçî got, "Kontrolkirina bi temamî ya bajêr, dibe ku heta dawiya cejnê bidome."
4 TAX DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE
Sûrçî ragihand, operasyonên li 4 taxên di destê DAIŞ'ê de ne, dewam dikin û got, "4 taxên Mûsila kevn hê di destê DAIŞ'ê de ne. Îro şerekî gelekî giran qewimî. Çeteyên DAIŞ'ê êrîşên mezin dikin. Operasyon niha ji aliyê hêzên antî terorê û polîsên federal ên Iraqê ve tê meşandin. Zîncîlî, Bab El Top, Bab El Seraya, Rasel Kor û navenda bajarê Mûsil a kevn, di destê DAIŞ'ê de ne.
'SIVÎL WEKE MERTALÊN ZINDÎ TÊN BIKARANÎN'
Sûrçî diyar kir, ew texmîn dikin li taxên di destê DAIŞ'ê de ne zêdeyî 180 hezar sivîl hene û da zanîn, gelek sivîl ji nêza, nexweşî û şer jiyana xwe ji dest dan. Sûrçî got, "Artêşa Iraqê radigihand ku wê beriya meha Remezanê Mûsilê kontrol bike. Em dizanin ku heta niha 180 hezar sivîl di destê DAIŞ'ê de ne. DAIŞ van hemûyan li dijî artêşa Iraqê weke mertalên zindî bi kar tînin. Jiyana sivîlan, ku piraniya wan Erebên Sûnî ne, yên li vê herêmê di xeteriyê de ye. Her roj bi dehan sivîl ji nêza, şer û nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin.
'GELÊN CUDA HÊ LI BAJÊR VENEGERIYAN E
Sûrçî diyar kir, li herêmên Mûsilê yên hatine rizgarkirin jiyan hêdî hêdî asayî dibe, lê belê Kurd û bawermendên din ên hatine koçberkirin, hê venegeriyan e. Sûrçî bibîr xist, beriya dagirkirina Mûsilê buroyên YNK û PDK'ê il Mûsilê hebûn, lê hê jî nikarin buroyên xwe bixebitînin. Sûrçî got, "Li herêmên Mûsilê yên hatine rizgarkirin, rewş bêdeng e. Li van herêman di nava du mehên dawî de êrîşeke terorî nehate kirin. Li vê derê jiyan li rewşa xwe ya normal vedigere. Lê belê Kurd û gelên ji baweriyên din, gelekî kêm ji wan vegeriyan."
'DIBE KU HETA PIŞTÎ CEJNÊ DEWAM BIKE'
Sûrçî bibîr xist, ku artêşa Iraqê çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku Mûsil wê beriya meha Remezanê bê rizgarkirin û anî ziman, ev operasyon dikare demeke din bajo. Sûrçî got, "Li gorî texmînên min, kontrolkirina temamiya Mûsilê dibe ku heta piştî cejnê dewam bike."