'Statuya xweser a ji bo Êzidiyan deynê li stuyê mirovahiyê ye'

Weqfa Çandê ya Êzidiyan, bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek weşand û ji bo 'statuya xweser' bang kir.

Weqfa Çandê ya Êzidiyan, bi wesîleya 3. salvegera komkujiya 3'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bûyerên di dema komkujiyê û piştî wê de qewimîn û hat gotin, "Mirov ne tenê bi fîzîkî hatin kuştin; her wiha xwestin erdnîgariyekê, rengekî jiyanê, çandekê, baweriyekê tine bikin."

'JI BO BERSIV JI QIRKIRINÊ RE BÊ DAYIN...'

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li hemberî zîhniyeta qirker ku bi sedan salan e dixwaze herêma Şengalê bike yek tîp, divê Êzidî bibin xwedî statuyeke xwerêveberiyê.

Weqfê di daxuyaniya xwe de got, "Avakirina statuyeke taybet a ji bo xwerêvebirina Êzidiyên li Şengalê, deynê li stuyê mirovahiyê ye. Jinedîtî hatina vê yekê, kirina hesabên şexsî li ser Şengalê, nenaskirina nasnameya Êzidiyan li Şengalê tê wateya dewamkirina zîhniyeta qirkirinê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo careke din qirkirin neyê kirin, pêwîste qirkirina Şengalê rast bê fêhmkirin û hat ragihandin, divê bêteredût mafê xwerêvebirinê yê Êzidiyan radestî wan bê kirin. Weqfa Çandê ya Êzidiyan diyar kir, piştgiriya ji bo avakirina xwerêveberiya li Şengalê, wê bersiva herî rast a li qirkirinê be.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî hate kirin ku bi rengekî berpirsyarî û adil tevbigerin û di çarçoveya hiqûqa gelan a navneteweyî de statuay xweser bidin civaka Êzidî.