SPD: Divê HDP'î bên berdan

Sosyal Demokrat ên Elman ku hevparê hikumeta koalîsyonê ne, xwest ku siyasetmedarên HDP'î yên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin bên berdan.

Nerazîbûna siyasetmedarên Ewropî û partiyên siyasî ya li dijî destgîrkirina rêveber û parlamenterên HDP'ê dewam dike.

Herî dawî Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman ku hevparê hikumeta federal a Elmanyayê ye, daxuyaniyek da. Bİ navê partiyê parlamenterê federal Dîetmar Nîetan daxuyanî da û destgîrkirina HDP'iyan şermezar kir.

Parlamenterê Elman ragihand ku weke parçeryek ji zexta li muxalefeta li Tirkiyeyê HDP'î hatine destgîrkirin û got, "Divê destgîrkirin û girtinên bi vî rengî yên li Tirkiyeyê bi dawî bibin."

Nîetan ê SPD'î xwest, HDP'iyên hatine girtin bên berdan û bi bîr xist ku ji bo lêkolînkirina bûyerên di dema şerê Kobanê de qewimîn HDP'ê gelek caran serlêdan kiriye, xwestiye komîsyonek lêkolînê bê avakirin, lê belê desthilatdariya AKP'ê ev yek red kiriye.