Şoreşa Sûriyê bi dawî bû?

Şoreşa Sûriyê bi dawî bû?

Ji bo “şoreşa” Sûriyeyê ez bi gotinek tiştek bêjim, îro “şoreşa” Sûriyeyê ji rewşa şoreşê derketiye û ketiye rewşek wiha ku, êdî gelê Sûriyeyê jî ji rewşa heye bê hêviye.

Dema ku li Tûnis “Bihara Ereban” ku me vê wek Biharan Gelan binav dikir, di dilê gelên Rojhilata Navîn fikra azadiyê ji nû ve hilda. Ev bi tenê li dijî dîktatoran wek serî rakirin û daxwazin azadiyê, edaletê û wekheviyê kirin. Ev ji bo gelên din û bi giştî ji bo Rojhilata Navîn nûbûnek bû.

Hêzên navdewletî wê xwestek û daxwaza gelan ya ji bo azadiyê, demokrasiyê, edalete û wekheviyê ji bo berjewendiyê xwe xwestin bikar bînin. Heta astekê û  niha bikar tînin jî. Bi taybet jî di rewşa Sûriyeyê de ev eşkere xuya bû. Ev nêzîkî salek zêdetire li Sûriyeyê rewşek awarte tê jiyan kirin û niha ne xuya ye ku dê ev rewşa awarte kengî temam bibe.   

Îro ro li Sûriyeyê şerek li ser navê hêzên navdewletî tê meşandin. DYA, Erebîstana Siudî, Qetar û Tirkiye wek aliyekî şer him ji aliyê aborî, siyasî û pratîkî ketine nava şer. Dîsan ji aliyekî din Rûsya, Çîn, Îran, hikumeta Nûrî Malîkî û Hîzbûllaha Lubnan wek aliyekî din şerin. Bi gotinek din şerê li Sûriyeyê êdî ne şerek azadiyê, edaletê û demokratîk kirina Sûriyê ye. Bûye şerek berjewendî û siyaseta van hêzan. Dîsan wek xetek sêyem Tevgera Azadiya Gelê Kurd e. Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji roje yekê ya Bihara Gelan xwe wek xeta sêyem da diyar kirin.

Lê li gora xwe her hêzek siyastên cûda didin meşandin. DYA ev demeke operasyonek siyasî li ser Rojhilata Navîn dide meşandin. Bihara Gelan jî ev operasyona ji bo xwe wek derfetek dît, niha bikar tîne. Lê heta niha wek plan dike encama nagire ku herî dawî serkeftina Birayên Îslamî li Misir,  ne îstîkrar bûna rewşa Libya û Tûnis û herî dawî xetimandina li Sûriyeyê ev eşkere radixe berçavan. Niha Amerîka piştî Esad wê rewşa Sûriyeyê çewa bibe nikare diyar bike. Ev jî dihêle ku temenê rejîma Esad dirêj bibe. Lê dîsan ji bo planê xwe yên Rojhilata Navîn pêk bîne û piştgiriya Îran lewaz bike, dibe Esad biçe.

Dewleta Tirk di destpêka bûyerên li Sûriyeyê ji bo gelê Kurd negêhijên mafê xwe pir lez kir û bi hemû derfetê xwe piştgirî da hêzên opozîsyonê. Lê ev siyaseta dewleta Tirk li dîwarê rastiya Sûriyeyê ket û du salên derbaz bûyî, îro bi teqînên li Reyhanlî jî xuya bû ku, ev siyasta Tirkiyê çiqasa şaş bû. Tirkiyeyê rewşa Rojhilata Navîn û jeopolîtîka Sûriyeyê baş nexwend û wiha hêvî kir ku, çawa hêzên navdewletî destwerdan Lîbya dê, lê dijî Sûriyeyê jî wiha tevbigerên. Lê wiha nebû.

Dewletên Qetar û Erebîstana Siûdî li gora berjewendiyê Amerîka û dîsan li ser esasên şikandina hîlal Şîa di nava wî şerî de cihê xwe digrin. Him li Erebîstana Siûdî û him li Qetarê Şîa Ereb bi piştgiriya Îranê ev demeke nerazîbûnê xwe tînin ziman û ev ji bo wan dewletan pirsgirêkek mezine. Bi şikandina hîlala Şîa dixwazin pirsgirêkên navxwe jî bi tepisînin.

Rûsya piştî Lîbya siyaseta DYA ji nû ve nirxand û dît ku ger wiha biçe dê berjewendiyê xwe Rojhilata Navîn û Efrîka Bakûr nikare bi parêze. Bi taybet dema ku dît Bihara Gelan giha Sûriyeyê eşkere piştgirî da rejîma Esad. Bi taybet Rûsya ji bo hebûna xwe li Derya Sipî bidomîne, pêwîstiya wê bi domandina rejîmê heye. Ger rejîma Esad nemîne jî, di avakirina rejîmekî nû de destê xwe bihêz bike.

Yê herî dinava şerê Sûriyeyê de cihê xwe digre Îran û bi wê ve girêdayî Hizbûllaha Lubnanê ye. Ev herdu hêz hebûna xwe bi berdewamiya rejîma Esad ve girêdane û ji despêka şer de bi hemû hêza xwe alîkariya Esad dikin. Herî dawî Hîzbûllaha Lubnanê êdî eşkere jî di warê leşkerî de ket nava şer.

Di vê lîstîkê de herî balkêş politikaya Îsraîlê ye. Îsraîl bi dijîtiya xwe ya lihember Îranê tê naskirin û ji bo destwerdanek li ser Îran çêbibe çi ji destê wê tê dike. Ji aliyekî xuya dike ku, heta rewşa Sûriyeyê zelal nebe, destwerdanek li ser Îran çê nabe. Lê heta niha Îsraîl ji bo rejîma Esad bidome çi ji destê wê tê dike. Ev jî sedemê wê hene. Yek; Îsraîl piştî Esad wê Sûriyeyekî çawa derkeve nizane. Du; di bin deshilatiya Esad de, heta niha li dijî Îsraîl tevgerek ji aliyê dewleta Sûriyeyê nehatiye kirin ku, Îsraîl Girê Golanê hêj jî dagir dike. Ev her du sedem dibe ku, Îsraîl dewama rejîma Esad di berjewendiyê xwe bibîne. Ev çend êrîşên dawî jî, ji bo rewa bûna rejîma Esad di nava Ereban de ji nûve ava bike hate kirin.

Heke em werin ser opozîsyona Sûriyeyê, ez opozîsyona Sûriyeyê bi aliyan dinirxînim. Yek bi rastî ev kesên dixwazin rejîma Esad ya bi salane li ser serê gelên Sûriye bûye wek zalim, bikeve û li şûna wê Sûriyeyekî demokrat, azad û bi edalet bê ava kirin. Ya din jî, ev kesên dixwazin rejîma Esad bikeve û li şûna wî rûnên û li gora berjewendiyê dewletên me li jorê rêz kiribûn xwe tevger bikin. Lê di rewşa niha de dengê wan kesên li pişt wan dewletên wek Amerîka hene zêde derdikeve. Niha li derveyî Sûriyeyê hikumetek hatiye ava kirin û ev hikumete di qada biloka Amerîka de wek nûnerê Sûriyeyê tê naskirin. Lê mirov li erdê tiştên cûda dibîne.

Şoreşa Sûriyeyê bi hinek çalakiyên demokratîk destpê kir. Dewleta Sûriyeyê li dijî van çalakiyan bi tundî bersiv da. Ev jî bû sedem ku, li Sûriyeyê li navê Artêşa Azad tevgerek leşkerî bê avakirin. Ev tevgera leşkerî di destpêka xwe rolek şoreşgerî di nava xwe de digirt. Lê piştî kesên xwe wek Ketîbe (tabur) binav dikin zêde bûn û Muxeberata Sûriyeyê ket nav van ketîban û bi taybet hinek malbat, eşîretên Ereban ji bo berjewendiyê xwe hêzên xwe çekdar wek Artêşa Azad binav kirin, rewşa şoreşa Sûriyeyê bi dawî bû. Niha mirov nikare bêje ku, li Sûriyeyê şoşerek heye. Rewşek kaos heye, bi taybet beşdarbûna hêzên navdewletî re şerê tê kirin bê hedefbûye.

Her çend opozîsyona Sûriyeyê bi taybet Artêşa Azad di nava gelê Sûriyeyê de hêdî hêdî rewabûna xwe winda dike. Û ji gelek aliyan jî watebûna xwe winda kiriye. Dema tu di nava gelê Sûriyeyê dibêjî Artêşa Azad, lê şûna demokrasî, Azadî û Edaletê, sê tişt tê bîra mirov; dizî, talan, kuştin. Bi taybet tevger kirina Cephet El-Nesra bi destê muxabereta Sûriyeyê û xwedî derketina El-Qaîde wek baskek xwe binav kirin û ev tevgera ji aliyê hêzên wek Amerîka tevgerek teror binav kirin, rewa bûna opozîsyona Sûriyeyê li erdê bi temamî rakir. Niha ew hêz ji rejîma Esad zêdetir, li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd şer dikin.

Di nav artêşa azad her malbat, eşîr ji bo berjewendiyê xwe tevdigere û niha mirov nikare bêje armancek giştî dinav wan heye. Bi taybet bi pêkanînê wan de hate xuya kirin ku, niha şerê navxwe yê nav komên çete jî li ser parvekirina talanê ye. Herî dawî şerê li Til Temir û li Hesekê li ser armancêne. Ev komên xwe wek artêşa azad binav dikin û êrişî herêma kurdan dikin yek armanca wan heye, ev jî talane.

Di nava vê tevlîheviya Sûriyeyê de herî rast Tevgera Azadiya Gelê Kurd ev rewş xwend. Di destpêka Şoreşa Sûriyeyê de hat gotin ku, Sûriye ne wek Tûnis, Lîbya û Misire. Herwiha Sûriye wek deriyê Rojhilata Navîn binav kirin. Û da diyar kirin ku, ev ne bi rejîma Sûriyeyê ne jî bi kesên xwe wek opozîsyona Sûriyeyê binav dikin û giridayî hêzên wek Amerîka, Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî ne. Ew xwe li ser biratiyan gelan, Sûriyeyekî demokratîk û Kurdistanek xweser siyaste xwe ava dike û bi ava kirina sîstema xwe, vê yekê heta niha bi serkeftî bi rê ve dibe. Ji ber vê siyasetê dem dem ji aliyê dewleta Sûriyeyê, dem jî ji aliyê komên çete yê girêdayî him rejîmê him artêşa azad êrîşî Kurdan dikin. Lê bi avakirina meclîsên gel yên ji hemû pêkhateyên li bajaran jiyan dikin, ava kirina malên gel yê ji bo xizmeta gel, bi hêza xwe ya parastinê YPG û hêzên asayîşê gav bi gav sîstema xwe ya xweser û  demokratîk ava dike.