Siyasetmedarên destgîrkirî bi jehrê ketin

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku siyasetmedarên hatin destgîrkirin, bi jehrê ketine û ew rakirine nexweşxaneyê. Umît Dede got, Ayhan Bîlgen piştî ku serûm dan wî, anîn emniyetê û 2 siyasetmedar jî rakirin nexweşxaneyê ne.

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, ku hin ji siyasetmedarên ji ber 'Lêpirsîna Kobanê' di 25'ê Îlonê de hatin destgîrkirin, ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Piştî ku hate bihîstin siyasetmedar nebirine nexweşxaneyê û destûr nayê dayin ku parêzer wan bibînin, endamên partiyê li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr li hev kom bûn.

Parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Nûran Îmîr, Fîlîz Kerestecîoglû, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr jî di nav girseya gel de bûn. Piştî demekê destûr hate dayin ku Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar parêzer Umît Dede serdana kesên hatine destgîrkirî bike.

Umît Dede ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku wî Ayla Akat, Sirri Sureyya û Ayhan Bîlgen dîtiye. Umît Dede diyar kir ku Ayhan Bîlgen rakirine nexweşxaneyê, serûm dane wî, di xwîna wî de enfeksiyon dîtin û piştî derman dane wî rewşa wî baş bûye.

Umît Dede anî ziman ku Ayla Akat Ata jî nexweş ketiye, lê belê bi qasî ku wê bibin nexweşxaneyê rewşa wê nebaş nebûye. Umît Dede diyar kir ku endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Can Memîş û Îsmaîl Şengun hîn li nexweşxaneyê ne û piştî ku serûm qediya wê wan vegerînin emniyetê.

Umît Dede ragihand ku siyasetmedar ji ber xwarinê bi jehrê ketine, lewma rakirine nexweşxaneyê û got, "Em texmîn dikin ku ji ber xwarinê bi jehrê ketine."

Piştî hevdîtina bi siyasetmedaran re, parlamenter û girseya gel ji ber emniyetê çûn.