BI DÎMEN

Sirri Sureyya Onder li Torontoyê hate bîranîn

Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê yê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder li Kanadayê hate bîranîn.

Civîna bîranînê ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kanadayê ve hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Destpêkê peyama Rêber Apo ya 3'ê Gulanê hate xwendin ku ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder şandibû.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê Kadrî Ertûgrûl li bîranînê axivî û anî ziman ku ew bi Onder re li Stenbolê xebitî û qala jiyana wî ya dilnizm kir. Kadrî Ertûgrûl got, "Me kedkarekî aştiyê ji dest dan, em xemgîn in. Em ji vê derê sozê didin hevrêyê xwe; em ê aştiya ku tu bi hesreta wê bû teqez pêk bînin."

Di bîranînê de ji bo Onder û şehîdên Kurdistanê ji Quranê dua hatin xwendin û piştre sînevîzyonek li ser jiyana Sirri Sureyya Onder hate nîşandan. Serdanên li bîranînê heta êvarê dewam kirin.