Li Kobanê ji bo şehîdan merasîm hate lidar xistin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet şehîd Baran Kobanê veşartin û şehîd Nêrgîz Dilda Welat û Hesen Ebdo Nasir bibîr anîn.
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet şehîd Baran Kobanê veşartin û şehîd Nêrgîz Dilda Welat û Hesen Ebdo Nasir bibîr anîn.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê sazî û dezgehên girêdayî Rêvberiya Xwaser ji bo beşdarî merasîma hevalê şehîd bibin û şervana YPJ’ê Nêrgîz Dilda Welat (Edila Ehmed) û Hesen Ebod Nasir ên ku di dîrokên cuda de li Minbicê şehîd bibûn, bibîr bînin berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle yê li başûrê bajarê Kobanê.
Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ berdewam kir. Piştre Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qinê Sûad Şêx Demir axivî û got, "Em çiqas li ser şehîdan biaxivin jî, em nikarin mîna ku tê xwestin bersivê bidin şehîdan. Şehîdan ji bo me bi xwîna xwe jiyaneke nû ava kirin. Li ser vê bingehê em soz didin ku em ê li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe heta azadiyê berdewam bikin.”
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Elî, jî anî ziman ku şehîdan her tişt ji bo gelê xwe kir û got, “Ev gel li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî meşand. Li wir gel û şervanan bûn yek. Bi saya wan em li vir in û me serketinên dîrokî bi dest xistin. Wê têkoşîna me bidome.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate veşartin.