Parêzvanên Sînor ên Iraqê li Silêmaniyeyê ciwanek qetil kirin
Li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê di encama gulereşandina parêzvanên sînor de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, bavê wî birîndar bû.
Li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê di encama gulereşandina parêzvanên sînor de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, bavê wî birîndar bû.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Parêzvanên Sînor ên Iraqê vê sibehê li gundê Surebanî yê navçeya Şarbajêr ê Silêmaniyeyê gule berdan bav û kurê wî yên kolberî dikirin.
Di encama êrîşê de Arêz Awat ê 17 salî jiyana xwe ji dest da, bavê wî Awat Îsmaîl ê 43 salî birîndar bû.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hêzên asayîşê leşkerê nobedar ê gule reşand binçav kirine.
Li gorî hin çavkaniyan jî bav û kur dema hewl didan barekî fermî yê ji gumrukê hate derbaskirin dibirin Îranê, rastî êrîşê hatin.
Têkildarî bûyerê ji saziyên fermî yên Hewlêr û Bexdayê hîn ti daxuyanî nehatiye dayin.