DAÎŞ hewl dide bi ser xwe ve bê

DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêya şaneyan bi rêxistin dike. HTŞ jî bi rêveberiya xwe ya li Şamê re rê da êrîşên terorê yên DAÎŞ'ê.

DAÎŞ Û HTŞ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên ku di navbera 1'ê Kanûna 2024'an û 1'ê Gulana 2025'an de qewimîn, raxistin pêş çavan ku DAÎŞ piştî ku ji aliyê rêxistinî ve hilweşiya hebûna xwe ya bi şaneyan dewam dike û li hin herêman hewl dide ji nû ve bibe xwedî hêz. Li gorî daneyên Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) êrîşên di dema navborî de hatin kirin nîşan dan ku çeteyên DAÎŞ'ê ne tenê li ser herêmê her wiha li ser ewlekariya navneteweyî gefeke cidî ye.

Li gorî daneyên fermî yên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine wergirtin, di 59 êrîşên DAÎŞ'ê de bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn Di operasyonên li hemberî şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê de 100 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin, 7 şane bi temamî hatin hilweşandin. Ji 59 êrîşên DAÎŞ'ê 32 jê yekser li hemberî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nuqteyên QSD'ê hatin kirin, di encamê de 14 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.

QSD'e di navbera 8'ê Kanûna 2024'an û 4'ê Gulana 2025'an de li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê operasyon pêk anî. Encama van operasyonan û êrîşên DAÎŞ'ê bi vî rengî ıye: Bi giştî 25 operasyon hatin kirin, 46 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin, 2 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Di vê demê de DAÎŞ'ê bi giştî 13 caran êrîş kir, 12 şervanên QSD'ê şehîd bûn, 6 şervan jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR'ê jî hejmara windahiyan a 5 mehên dawî ji 100 heta 150 kesî ye. Ji van 20 heta 30 kes sivîl bûn, yên mayî jî şervan bûn. Her wiha ji 50 heta 70 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

ÊRÎŞ HERÎ ZÊDE LI DÊRAZORÊ HATE KIRIN

Dêrazor: Li herêmên bejahî yên weke El-Busayra, Diban, El-Tayana şaneyên DAÎŞ'ê kemînên çekdarî danîn û êrîşên bombeyî kirin.

Cizîrê (Markada, Til Hemîs, Dêşîşe): Şaneyên DAÎŞ'ê weke cihê xweveşartinê û serdegirtinê bi kar anîn.

Reqa: Bi taybetî li bazaran êrîşên bombeyî û çalakiyên kemîndanînê kirin.

Hesekê: Bi sekvaniyê êrîş birin ser rêveberên xwecihî û hêzên ewlekariyê.

Kampa Holê: Hewldanên reva ji kampê û karên provokatîf ên DAÎŞ'ê yên li nava kampê nîşan didin ku herêm hîn jî xetere ye.

QADEK JI DAÎŞ'Ê RE HATE DAYIN

Piştî ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) mehên destpêkê yên sala 2025'an li derdora Şamê hin herêmên diyarkirî xist bin kontrola xwe, ne tenê komên ser bi El Qaîdeyê, her wiha bû sedem ku rêxistiniyên weke DAÎŞ'ê jî ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê. Bi taybetî li paytext Şamê al û amblema wan hîn bêhtir hate dîtin, nivîsên ji gefxwarinê li ser avahiyên cemaweriyê hatin nivîsandin. Ev yek jî nîşan dide ku ne tenê li Sûriyeyê her wiha li rojavayê welêt jî hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Li ser kiryarên komkujiyên li herêmên peravî yên Sûriyeyê kincên ji amblema DAÎŞ'ê hate dîtin. Di êrîşên li ser Durziyan de çeteyên girêdayî DAÎŞ'ê li pêş bûn. Her wiha gelek endamên berê yên DAÎŞ'ê tevlî nava rêxistiniya bi navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) bûn. Ev hemû nîşan didin ku DAÎŞ êdî ne tenê li qadên bejahî êrîşan dike.

ROL Û PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ

Gelek analîz û çavkaniyên xwecihî yên li herêmê dibêjin bi piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyên li Sûriyeyê (Bi taybetî SMO) re endamên DAÎŞ'ê ji nû ve daketine qadê. Li gorî agahiyan, gelek çeteyên DAÎŞ'ê bi guhertina navê xwe tevlî nava komên SMO'yê bûne. Ev rewş jî nîşan dide ku êrîşên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor ne têkoşîna li hemberî DAÎŞ'ê ye, lê belê bi piştgiriyeke neyekser dike ku DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê.

FERMANDARIYA QSD'Ê Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Fermandariya Giştî ya QSD'ê di daxuyaniyên xwe yên dawî de işaret bi vê yekê kir: "Êrîşên DAÎŞ'ê êdî ne tenê şerê yekser e, di heman demê de xwedî gefên bingehînî û psîkolojîk e. Her valahiyeke ewlehiyê ya li kampa Holê dibe ku bibe sedema çalakiyên girseyî û serdegirtinên mezin. Hevkariya me ya bi hêzên koalîsyonê re gelekî girîng e."

Koalîsyona Navneteweyî jî bi taybetî DYE û Fransayê destnîşan kirin ku DAÎŞ ketiye nava pêvajoya 'jinûve avabûnê ya taktîkî' û ev pêvajo bi giranî li Kampa Holê û li ser binesaziya enerjiyê ya li rojhilatê Firatê tê kirin. Fermandariya Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe ya Çileya 2025'an de gotibû, "Ji bo DAÎŞ bi rengekî mayinde bê beralîkirin, ne tenê leşkerî her wiha çareseriyên sosyo-polîtîk şert in. Heta ku hêzên radîkal ên li kampan neyên paqijkirin aramiyeke demdirêj pêk nayê."

TAKTÎKÊN ŞANEYÊ Û HEDEFÊN NÛ YÊN DAÎŞ'Ê

DAÎŞ li şûna êrîşên mezin en li qadên vekirî, li ser şaneyên veşartî; bi rêbazên teqemeniyên bi destan çêkirî yên li kêleka rê têne bicihkirin, sûîqest û kemînan, sabotajên li hemberî tankerên petrolê û serdegirtinên ji nişka ve yên li ser nuqteyên ewlekariyê tevdigere. Her wiha rêveberiyên xwecihî, navendên xizmetê yên civakî û binesaziyên enerjiyê jî di nava hedefên êrîşên DAÎŞ'ê de ne.

HIŞYARÎ Û VALAHIYÊN EWLEKARIYÊ

Bi taybetî eger xemsariya navneteweyî ya li ser qadên weke Kampa Holê dewam bike, dibe ku DAÎŞ van deveran ji bo xwe weke navenda çavkaniya mirovan û lojîstîkî bi kar bîne. Her wiha hebûan leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nava Sûriyeyê û têkiliyên xwe yên bi HTŞ'ê re ji DAÎŞ'ê re qadên ewle û xetên derbasbûnê yên nû diafirîne. Çavkaniyên QSD'ê diyar kirin ku mehên dawî hewldanên reva ji kampan zêde bûne, hem ji hundir hem jî ji derve zext li ser dîwarên ewlekariyê tê kirin. Li hemberî vê rewşê eger ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve gavên cidî neyên avêtin, ber bi dawiya sala 2025'an dibe ku êrîşên birêxistinkirî yên DAÎŞ'ê bikevin rojevê.

DAÎŞ NEQEDIYA, VEGUHERÎ TORA ŞANEYAN

DAÎŞ dûrî rêxistiniyeke bi armanca serweriya cografîk xuya bike jî bi feraseta cîhatê ya bê cografyayê tevdigere û veguheriye toreke ji şaneyan. Ev rewş wê hîn bêhtir xetere dike. Bi taybetî DAÎŞ'iyên xwe di nava komên bi piştgiriya Tirkiyeyê veşartine, nîşaneyên girîng ên hewldanên jinûve avabûna DAÎŞ'ê ne. Eger civaka navneteweyî vê gefê tenê weke meseleyeke herêmî bibîne dibe ku DAÎŞ careke din bibe sedema felaketeke berfireh.