Sirgûn û binçavkirin li Wanê hat protestokirin
Sirgûn û binçavkirin li Wanê hat protestokirin
Sirgûn û binçavkirin li Wanê hat protestokirin
Li Wanê, binçavkirina xwendekaran û sirgûnên li girtîgehan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî hat protestokirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer banga serhildana demokratîk li hemû taxan kir.
Der barê binçavkirina 15 xwendekaran û sirgûnên li girtîgeha Tîpa F ya Wanê de, TUYAD-DER û YODER'ê bi beşdariyeke girseyî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li Parka Feqiyê Teyran hat dayîn de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Harûn Okay, rêveberên DBP'ê yên bajarê Wanê, Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun, Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên YODER û bi sedan welatiyên Wanê amade bûn. Di dema dayîna daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî, bila girtîgehên zarokan bên girtin" û "Hêza rêxistinbûyî parçe nabe, YODER têk naçe" hatin vekirin.
Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun destpêkê li ser rewşa girtiyên nexweş û sirgûnên li girtîgehan axivî û anî ziman mîna tol jê tê hilanîn mafên girtiyên PKK û PAJK'î tên binpêkirin. Aygun bang kir ku girtiyên nexweş tavilê serbest werin berdan û got, "13 girtiyên PKK'yî yên di Mijdara 2013'an de di meha Mijdarê de ji Girtîgeha Çewlikê fîrar kirin, sirgûnî girtîgeha tîpa F ya Wanê hatin kirin. Li girtîgeha Tîpa F ya Wanê jî, rastî tecrîd, cezayê hucreyê, zexta psîkolojîk, astengiya tedawiyê û gelek şêweyên zilmê hatin. Ji van hevalên me 8 girtiyên PKK'yî yên li gel her tiştî jî teslîm nebûn, di 2'ê Kanûna 2014'an de bêyî haya malbatên wan jê çêbibe, hatin sirgûnkirin. Li gel van polîtîkayên di zîndanê de, li derve jî ji berxwedana 6-7-8'ê Cotmehê û vir ve di serî de ciwan û xwendekarên zanîngehê serdegirtinên malan, binçavkirin û girtina welatiyan dewam dikin. Hejmara girtiyên ji 12'ê Cotmehê û vir ve li bajarê me, gihaştiye 146 kesan. Em ê zarokên xwe, rêhevalên xw enedin qetilkirin. Em bang li gelê xwe dikin, ku xwedî li tevahiya girtiyên xwe yên siyasî derkevin."
'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI HER DERÊ SERHILDAN'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî ragihand ku li Wanê di demên dawî de provaya provokasyoneke cidî tê kirin û got, "Bi dîmenên derketin holê re gelê me dît, ku polîs bi çi rengî wesayîtên gel dişkînin, bi çi rengî caman dişkînin. Gelê me hat qetilkirin, îşkence dît, li girtîgehan hatin girtin. Bi tenê ji ber li dijî zilma li Kobanê derket, ev bi mehan e ev zilm li gelê me tê kirin. Ev yek bi fermana Waliyê Wanê tê kirin. Tuyê ji aliyekî ve bêjî aştî, li aliyê din jî her zilmê bîne serê gelê me. Bila vê ji bîr nekin; eger li vê erdnîgariyê wê aştî bê, ev yek wê li ser bingeha azadiyê be. Wê Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin û gavên demokratîk werin avêtin. Lê li şûna van, îşkence li girtiyên siyasî tê kirin. Helwesta li hemberî girtiyên siyasî helwesta li dijî rûmeta gelê Kurd e. Divê her kes vê bi vî rengî bizanibe. Gelê me yê rastî zilmê tê, bêguman dizane xwe çawa biparêz û xwedî mafê xweparastinê ye. Me serê li ber faşîzma Evren netewand, em ê li ber faşîzma AKP'ê jî netewînin. Bila gelê me ji xweparastinê re amade be. Em dixwazin girtiyên nexweş û hevalên me yên xwendekar ên binçavkirî tavilê werin berdan. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî faşîzma AKP'ê li hemû taxan rabe serhildana demokratîk. Heta ku ev zilma li ser gelê me dewam bike, AKP'yî û gurûha burokratîk a wê, wê jiyaneke rehet nejî. Bila her kes vê bi vî rengî zanibe."
Li dû daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmên "YODER raperîn e, li şoreşê re silav e", "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" heta ber avahiya partiyê meşiya.