Şêwêrmendê sereke yê Erdgan li Amedê ye
Şêwêrmendê sereke yê Erdgan li Amedê ye
Şêwêrmendê sereke yê Erdgan li Amedê ye
Şêwirmendê sereke yê serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û parlamenterê AKP’ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan ji bo hevdîtinan bike çû Amedê.
Akdogan ku ji bo pêvajoya siyasî bi nûnerên saziyên civaka sîvîl re binirxîne çû Amedê. Hevdîtina xwe ya destpêk bê bi nûnerên STK’yan re pêk anî. Li Nav Bedenên Amedê bi STK’yan re hate cem hev û gelek pirsgirêk bi STK’yiyan re nîqaş kir.
Akdogan ku roja înê li Êlihê gelek hevdîtin pêk anî şûnde, hat Amedê û diyar kir ku hevdîtinên wan gelek erênî derbas bûne û got Tirkiye di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibe.
Akdogan wiha got: “Bi dehan salene bi dehezaran mirovî jiyana xwe ji dest de. Êşên mezin hatin kişandin. Ev pirsgirêk li Tirkiyeyê nayê. Divê em xwîn û rondikên çavan bê rawestandin. Ligel qadan v îşerê enerjiya me têk bir. Divê em hemû ji vê xilas bibin. Ji ber vê jî em bi hemû aliyan re tên cem hev û hewl didin tevlibûneke berfireh di van civînan de pêk were. Heyeta Aqilmendan li hemû herêman digerin. Nirxandinandikin. Her roj li herêman welatiyan guhdarî dikin. Hêviya me eve ku hemû kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev pisrgirêka me hemûyane. Ji bo yekitiya Tirkiyeyê û huzura Tirkiyeyê ev girînge. Divê êdî em ji vê pirgirêkê rizgar bibin.
Akdgoan di axaftina xwe de CHP jî rexne kir û got divê hemû aktorên siyasî di nava helwesteke erênî de bin.
Hevdîtinên Akdogan û yên ligel wî didome.