Şervanên YPG’ê di çapemeniya Swêdê de

Şervanên YPG’ê di çapemeniya Swêdê de

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku yekîneyên herêmî yên kurdan li pey hev herêm bidestxistin û dest bi avakirina saziyên xwe kirin, PYD û YPG’ê bala çapemeniya Swêdê kêşa ser xwe.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku li Stockholmê daxuyaniya çapemeniyê da, çapemeniya Swêdê eleqeyekî mezin nîşan da, di heman demê de jî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê rû didin bêhtir di çapemeniya Swêdê de cih girtin.

Fotograf û Rojnamevan Niklas Mellatio di meha Nîsanê de çû Rojavayê Kurdistanê û bi şervanên YPG’ê re hevdîtin pêkanî. Heftiyekê ew şopandin. Dîtin û wêneyên ku kişandî di rojnameya herî mezin ya Swêdê Dagens Nyheter’ê de weşand.

Mltio di nivîsa nivîsandî de dide diyarkirin ku, kurdên li bakûrê Sûriyeyê jiyan dikin, ji bo avakirina dewletekê tekoşînê didin û dibêje, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hem li hember serhildêran û hem jî li dijî hêzên artêşa rejimê şer dikin.

Di nivîsa ku têde tîne ziman ku, ciwan di kampan de 30 rojan têne perwerdekirin û ji bo parastina gel diçine herêmên ser sînor, di nivîsa xwe de cih dide dîtin û fikrên xort û jinên ciwan yên şerker jî. Jina ciwan ya 19 salî Arûş dibêje “Ez ji bo xwe û malbata xwe biparêzim hatime vir fêrî bikaranîna çekê dibim. Em bi beden û ruhê xwe şer dikin, em ji mirinê natirsin.”

Arûş em ne ji bo serhildêr û hêzên hikumetê bi ser bikeve şer dikin, em ji bo azadiya Gelê Kurd û avabûna dewleta Kurdî şer dikin.

Meltio dide diyarkirin ku, di meha Sibatê de di navbera YPG û Artêşa Azad de agirbest hatiye îlankirin, lê dem dem di navbera hêzên YPG’ê û leşkerên rejima Esad de pevçûn rû didin. Meltio aşkera dike ku, li Helebê gêrîlayên jin û zilam şer dikin û ji van şervanan jî jina Kurd ya binavê Akin ya 22 saliye.

Akin dide diyarkirin ku, ew ji zilaman bêhtir dixwazin şer bikin û got: “Ez qasî wan dikarim baş şer bikim. Malbata min bi min serbilind û rûmete. Qasî ez leşkerbim pêwîst nîne ez bizewicim.”